Zahidê Gîlanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Dergeha Zahid Gîlanî

Zahid Gîlanî an jî Şêx Brahîm Zahid Gîlanî (Jidayîkbûn 1216 Mirin 1301 , Navê wî bi tevahî : Tajdîn Brahîmê kurê Rûşenê mîrê Kurdê Sencanî) damezrînerê Terîqeta Zahidiye ye. Di sedsala 13'an de mirovekî olî yê sereke bû ku niha gora wî li Lahîcana parêzgeha Gîlanê ye û mîna ziyaretgehê ji aliyê mirovan ve tê ziyaretkirin û rêzeke mezin jê re tê girtin.

Kalikên wî di sedsala 11'an de ji sedema dagirkeriya Selçûqiyan ji Sencana Xoresanê koçî Gîlanê kirine. Gîlanî ji sedemên olî di serdema Îlxanîyan de xwedî hêzeke mezin bû.

Gîlanî mamostetiya gelek mirovan kir. Yek ji wan Safiyedînê Erdebîlî ye ku navê împaratoriya Sefewiyan ji navê wî tê. Gîlanî keça xwe Bîbî Fatime bi Erdebîlî re zewicandiye. Piştî Gîlanî terîqeta Zahidiye ji aliyê Safiyedînê Erdebîlî ve şîroveyên nû lê hatine zêdekirin û mîna Terîqeta Safewiye hatiye binavkirin. Piştî Erdebîlî terîqeta Safewiye xurttir bû ye û bi şêxîtiya kurê wî Sedredîn Mûsa domkiriye. Bi rêzê Eledîn Elî, Şêx Brahîm, Şêx Cûneyd û bavê Şah Îsmaîl Şêx Heydar rêbertiya terîqeta Sefewiye kirine. Bi rêya şagirtên Şêx Gilanî , terîqeta Zahidiye bandora xwe li gelek civakên welatên misilman kiriye. Li Tirkî terîqetên Bayramî û Celvetî li ser bingeha ramanên Şêx Gîlanî hatine sazkirin.

Çavkanî[biguherîne]