Zakaria

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zakaria
Zekeriya Ebdulla
Navê jidayikbûnêZekerîya Ebdullah
Jidayikbûn25ê kanûna paşîn a 1974an (50 salî)
Hewlêr, Kurdistan
Cureyê muzîkêMuzîka modern a kurdî
Pîşestranbêj
Salên çalak1997 - 2010
Etîketa qeydêZakaria Music Productions
Malperwww.zakariamusic.com
biguhêreBelge

Zakaria an jî Zekeriya Ebdulla (jdb. 25ê kanûna paşîn a 1974an) stranbêjekî kurd e.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jiyana pêşî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zekeriya Ebdulla li Hewlêrê li Kurdistanê hatiye dinê, di zaroktiya xwe de piraniya dem û heza xwe bi muzîkê re derbas kiriye. Ew di malbatekê de mezin bû ku muzîk wek hogira herî xwe ya mezin qebûl dikir.

1993 - 2001ê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1993ê de koçbarî Swêdê bû û dest bi karê muzîkê kir, her li wir bi stranbêjîn navdêrên kurd re dest bi jenîna Kîborê kir. Di sala 1998ê de yekemîn albûma xwe "Tu Hatî" weşand û ev albûma wî bû pira wî ya ku jê ve derbasî cîhana muzîkê bû û karibû navê xwe li wir bide bihîstin.

Sala 1999ê albuma xwe ya bi navê "Bigerrêwe" weşand, piştire karên xwe pêşvetir birin û bi riya weşandina albuma "Dayê" di sala 2001ê de bêtirî milyoneka alîgirên kurd li xwe civandin. Piştî vê yekê jî berdewam pêşve çûye, bi awakî ku her dema bixwaze dikare pir alîgiran li dorên xwe bicivîne.[1]

2002 - 2010ê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 2002ê albûma xwe ya silverî ya bi navê "Rojgar" weşand û bala hemû alîgirên muzîka Kurdistanê kişande ser xwe. Bi riya vê albûmê pir alîgirên wî li Kurdistanê çê bûn. Di vê albûmê de 14 stran hene, herweha stranên "Netbinim" kire vîdeoklîpe li Stenbolê, pişti wi strana "Rojgar" û "Tunazaneke" li Amedê wênêgirt.

Baweriya Zakaria tenê bi stêrikbûyinê nehatiye û albûma "Têlînaz" jî di sala 2004ê de weşand ku bû albûma zêrîna Zakaria û li Kurdistanê sê milyon kopiyên wê hatine çapkirin. Ev albûm bi aweyeka pir cwan hat amadekirin û 15 strana di nav da hene. Stîla stranên vê albûm Erebesk û Pop bu. Klîpa vîdyoyî "Têlînaz" li Stenbolê bi alîkarîa sedan danser (semaker) hatbû çêkirin û Televizyona tirkî'jî ev vîdeoklip weşand.

Pîştî propagandaya medyayî ku Zakaria tawanbar kiribu bi bazirgan û ku Zakaria xemxura karê huneriya xwe nebû, Zakaria bi albûmeka nû bi navê "Gencî pîr" welamen wan rexnegir da. Ev albûm li 2007ê hat belavkirin. Ji 12 strana tinê strana "Gûlê" hat klipkirin li Stenbolê û Kapadokyaê. Di nav vê albûmê wekê albûma "Têlînaz" teknîkeka bilind ya deng hatibû bi kar anîn.[2]

Albûm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "ZAKARİA ABDULLA KİMDİR – (Zekeriya Abdullah)". Bernamegeh (bi tirkî). 6 çiriya pêşîn 2022. Roja gihiştinê 26 sibat 2023.
  2. ^ peoplepill.com. "Zakaria Abdulla: Singer and composer | Biography, Facts, Information, Career, Wiki, Life". peoplepill.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 sibat 2023.[girêdan daimî miriye]