Zaman
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
| Zaman | |
| Welat | |
|---|---|
| Ziman | Tirkî |
| Senifandin | Rojnameya rojane |
| Weşanxane | Feza Gazetecilik A.Ş. |
| Hejmara yekem | 3'ê sermawezê 1986[1] |
|
|
|
| Derketin | rojane |
| Tîraj | 980.000 netGazete[2] |
|
|
|
| Gerînendeyê giştî yê weş. | Ekrem Dumanlı |
| Xwedî | Ali Akbulut |
| Malper | Malpera fermî ya rojnameyê (romî) Zaman Europa |
Zaman (tê wateya demê) rojnameyeke tirkî ye. Sala 1986'ê dest bi weşanê kiriye. Nêzîkî terîqeta tirk-îslamîst Fethullah Gülen e, pesnê wê dide. Carnan li ser kurdan jî radiwestiya lê sala 2011'yê siyaseta xwe guhert, niha wekî Hürriyetê temsîliyeta dewletê dike.
Bi nêzîkî 1 milyon tîraja xwe, rojnameya herî zêde difiroşe ya Tirkiyeyê ye. Bi ajansa nûçeyan Cihanê û kovara nûçeyan „Aksiyon“ê re têkildar e, bi hev re dixebitin.
Zaman li Ewropa, Azerbaycan, Bulgaristan û gelek welatên din jî tê belavkirin. Gelek kes Zamanê wekî rojnameya fermî ya terîqeta Fethullah Gülen dibînin. Hin devedorên îslamîstan xwe ji vê komê dûr digirin, komê bi tirkperwerî û têkiliyên xwe yên veşarî tewanbar dikin. Li DYAyê jî derdikeve.
Çavkanî [biguherîne]
- ↑ http://www.zaman.com.tr/haber.do?haberno=1208487&title=nice-ceyrek-asirlara
- ↑ Tîraja hefteyê ya rojnameyên tirkî, netGazete daneyên dema 24'ê tîrmehê 2009.
Girêdan [biguherîne]
- Online Zaman (bi zimanê romî)
- Zaman Europa