Zanîngeha Mêrdînê
Ji Wîkîpediya
Zanîngeha Mêrdînê an jî Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê (navê fermî bi tirkî: Mardin Artuklu Üniversitesi, yê ku tê wateya Zanîngeha Ertuqî ya Mêrdînê) zanîngeha dewletê ya bajarê Mêrdînê ye. Di sala 2007an de hat sazkirin û di heyama akademîk a 2007-2008an de 83 xwendekar hebûn.
Di sala 2009an de Enstîtuya Zimanên ku li Tirkiyeyê Dijîn (bi tirkî: Türkiye’de Yaşayan Diller Enstitüsü) hate damezirandin. Armanca vê enstîtuyê hînkirina zimanên kurdî (kurmancî û zazakî), erebî û suryanî ye.
Rektorê Zanîngeha Mêrdînê Dr. Serdar Bedii Omay e (2010).
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Fakulteyên zanîngehê
- Fakulteya Fen û Wêjeyê
- Fakulteya Hunerên Bedew
- Fakulteya Endezyarî û Avahîsaziyê
[biguherîne] Enstîtuyên wê
- Enstîtuya Zanistên Fenê
- Enstîtuya Zanistên Sosyal
- Enstîtuya Zimanên ku li Tirkiyeyê Dijîn
[biguherîne] Dibistanên wê yên bilind ên pîşeyî
- Dibistana Bilind a Pîşeyî
- Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Tenduristiyê
[biguherîne] Dibistana wê ya bilind
- Dibistana Bilind a Tenduristiyê.