Zana Farqînî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zana Farqînî
Jidayikbûn1967 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Meqam
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Zana Farqînî (jdb. 1967 li Baqûz, Farqîn, Amed), nivîskar û ferhengdanerekî kurd e.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dibistana seretayî û ya navîn li Farqînê, dibistana amadehiyê û zanîngeh jî li Stembolê qedandine. Li Zanîngeha Stembolê Beşa Civaknasiyê xwendiye. Yek ji avakarê Koma Çiya ye û digel komê kaseta pêşîn a bi navê "Rozerîn" derxistiye. Di kovara "Rewşen"ê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de di desteya karê nivîsaran de cih girtiye. Paşê dev ji xebatên muzîkê berdaye û paşê bi dorê di rojnameyên hefteyî yên bi navê "Welat", "Welatê Me" û "Azadiya Welat" de xebitiye. Di rojnameya "Welat" de bi giranî karê redaksiyonê kiriye. Di derxistina Welatê Me de cih girtiye û bûye berpirsê karê nivîsaran ê pêşîn ê "Welatê Me". Paşê bûye gerînendeyê giştî yê heman rojnameyê. Ji ber nivîs û nûçeyên ku di vê rojnameyê de hatine weşandin, li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Stembolê hatiye darizandin û ceza xwariye. Her wiha li heman dadgehê parêziya xwe jî bi zimanê Kurdî kiriye û ji ber vê helwesta xwe hatiye girtin û demekê li Girtîgeha Bayrampaşayê ya Stembolê razaye.

Farqînî piştî girtina "Welatê Me" digel hevalên xwe lê xebitiye rojnameya hefteyî ya bi navê "Azadiya Welat" derxistiye û gerînendeyê pêşîn ê weşanê jî dîsan ew e. Piştî ku ji ber neçariyê dev ji karê rojnamegeriyê berdaye, li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê berdewamî bi karên xwe yên li ser zimanê kurdî daye ku heman xebat û lêkolînên xwe yên der barê ziman de jixwe didomandin. Piştî ku dev ji karê rojnamegeriyê berdide, hemû giraniya xwe dide ser xebat û vekolînên li ser zimanê kurdî.

Sê dewr di Desteya Rêveberiyê ya Enstîtuya Kurdî ya Stembolê de cih girtiye. Zana Farqînî xelatgirê pêşîn ê Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç e, ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya stenbolê ve cara pêşîn di sala 2005'an de hat lidarxistin. Di sala 2015an de li Zanîngeha Mêrdînê di warê zimanê kurdî dest bi xwendina masterê kir.[çavkanî hewce ye]

Niha Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stembolê ye. Gotarên wî di weşanên wekî rojnameyên "Welat", "Welatê Me", "Azadiya Welat", Tûrik (ku vesera Azadiya Welat e), kovarên "Rewşen", "Jiyana Rewşen", "Zend", "Zembîlfiroş", "Tîroj", "Avaşîn" û malperên li ser înternetê "Rojev", "Gerdûn, Amidakurd, Amude.com"ê de hatine weşandin. Niha jî di rojnameya rojane ya bi tirkî Özgür Gündemê de nivîskarê quncikê ye û hefteyê carekê dinivîse.

Zana Farqînî xelatgirê pêşîn ê Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç e, ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve cara pêşîn di sala 2005an de hatibû lidarxistin.

Zana Farqînî redaktorî û nivîskariya malpera Amidakurd kir û gelek salan bi vîr rengî ji pêşvebirina zimanê kurdî re xizmet kir.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ferhenga Tirkî-Kurdî. Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 1278 rûpel, Stenbol, 2000
  • Ferhenga Kurdî-Tirkî. Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2132 rûpel, Stenbol, 2004
  • Ferhenga kurdî-tirkî, tirkî-kurdî. Weşanên Enstîtuya kurdî ya Stenbolê, 1504 rûpel, Stenbol, 2008
  • Ferhenga kurdî-tirkî, tirkî-kurdî. Çapa duyem. Weşanên Enstîtuya kurdî ya Stenbolê, 1504 rûpel, Stenbol, 2009
  • Ferhenga kurdî-tirkî, tirkî-kurdî. Çapa çarem. Weşanên Enstîtuya kurdî ya Stenbolê, 1504 rûpel, Stenbol, 2010
  • Lêker û Rastnivîsîna Wan (Ji Aliyê Binyatî ve), Weşanên Enstîtuya kurdî ya Stenbolê 210 rûpel, Stembol 2019
  • Zana Farqînî digel Hasan Kaya û Samî Tan broşûreke bi navê "Em Zimanê Kurdî Binasin" amade kiriye.

Werger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Mamosteyê Sêyemîn Xanî, ji zimanê tirkî
  • Rastiyên Destana Memê Alan, ji zimanê tirkî
  • Xanî û Newroz, ji zimanê tirkî
  • Xanî û Memzayên Wî; ji zimanê tirkî

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]