Zara (Neşe Yılmaz)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zara
Jidayikbûn15ê kanûna paşîn a 1976an (48 salî)
Stembol, Tirkiye
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Zara, Neşe Zara Yılmaz (jdb. 15ê kanûna paşîn 1976, Stembol) stranbêjeke tirk e.

Li zanîngeha teknîkî ya Stenbolê perwerde dîtiye. Sala 1996ê dikeve TRTyê. Sala 1997ê di muzîkala bi navê "Yunus Emre Müzikali" de cih digire. Yekem albûma xwe sala 1998ê dertîne (Avuntu). Sala 2003 dikeve cîhana TVê. Di rêzefîlm û bernameyên dewletê de dilîze.

Ew jî dikeve nava refên asîmîlatoran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelek stran û awazên kurdî, dab û nêrît, çîrok, lîstikên zarokan, metelok ûêd ên kurdî birêkûpêk hatine tirkîzêkirin. Dewleta Romê ev wekî politîkayeke sereke ya komarê meşandiye. Muzaffer Sarısözen, İbrahim Tatlıses, Mahsun Kırmızıgül, Selda Bağcan, Yavuz Bingöl, Edip Akbayram, Belkıs Akkale, İzzet Altınmeşe, Sabahat Akkiraz, Uğur Işılak, Alişan, Emrah İpek, Özcan Deniz, Burhan Çaçan, Muzaffer Akgün û bi dehan stranbêjên din, muzîka kurdî didizin, bi peyvên tirkî ji nû ve pêşkêş dikin. Zara jî yek ji wan e.

Di rêzefîlma Ipsiz Recep, a ku dijminiya yewnan, laz û rojavayiyan dike de, wê jî lîstiye. Medyaya tirkan wê wekî kurd didin pêşkêşkirin. Zarayê heya niha xwe ji kurdan û hunermendên kurdan dûr girtiye. Jiyana xwe de kurdî bikarneaniye.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]