Zarava

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zarava, bi kurdî: Zarava, zarawe, zarav, zaraw, di zimanekî de devok û ankû dîyektên ku tên axiftin in. Bi gotina Zarava, ev tê ser ziman. Zarava, koka wê ji "zar" tê. Zar, di wate dengdanê de tê ser ziman. Dengên bi qêrîn, dengên bi axîn, dengên bi helbestî û hwd, mirov karê her weha hê gelek awayê gotinê di vê çerçova wê de bêne ser ziman. Minaq, ji dengên helbestî re "zargotin" tê gotin. Zar, weke gotinaka kokî, di serî de, şeklê axiftin û ankû gotinê têne ser ziman. Li hin herêmne "devok jî weke gotina zarava di wate wê de tê bikarhanîn. Lê di temenê etîmolojikîya gotinê de ku mirov wê bêne ser ziman, mirov wê dibîne ku devok bidevkî axiftinên bin zarava re têne ser ziman. Minaq, di zaravayê kurmancî de li herême botanê devokê botkî heya. Devokê serhedkî heya. Di hundurê zaravayan de devokên ku tên axiftin ên jev cuda ji wan re devok tê gotin.

Li Kurdistanê, pirr devok hene. Minaq, di zaravayê soranî de jî devokên cuda bi demê re pêşketina. "Devokê hêwlerkî" û hwd pêşketina. Gotina devok, ne di wate zarava de lê di wate devkên jevcuda ku di hundurê wî zaravayê de jî tên axiftin têne ser ziman. Li kurdistanê, bi dehan devikên axiftinê hene. Lê hemû Devik jî, di bin zaravayên sereke ên kurdî ên weke Zazakî yanî kirmanckî, kurmancî, Soranî Goranî û hwd re tên komkirin. Devikên di kurmancî de tên axiftin, devikên ku di soranî û zazakî de tên axiftin û devikên ku di goranî de tên axiftin, çend ku li gorî herêmê cudahîyên wan hebin jî, di asta zarava de dibina yek. Zarava jî, di asta ziman de dibina yek.

Bo mînak di kurdî de bi navê kurmancî, dimilî (kirmanckî, zazakî, kirdî, ginî), soranî, goranî zarave hene. Hemî ziman xwedî zarave bûne/ne. Mixabin hin caran tevlîhevî di nîşankirina zaraveyan de derdikevin. Divê mirov cudatiya di navbera zimanê kolanê (zimanê argo), zimanê tevlîhev, zimanê standart û zaraveyan baş têbigihêje.

Hin kurd jî gorî daxwaz û hestên xwe zimanê kurdî şîrove dikin, zaraveyan kêm û zêde dikin. Pirraniya van kesan hîç agahdarî ji zimanzaniyê nîne. Welatan gorî berjewendiyên xwe zimanê xwe yî standart bipêşxistine. Hinekan yek zarave bingeh girtine û kirine zimanê standart. Hinekan ji hemî dewlemendiyên zaraveyan zimaneke serdest ê nû afirandine, hineka wekî tirkan rûniştine li ser maseyê ji xwe re ziman çêkirine, peyv afirandîne. Mixabin kurd hêj jî xwedî nêrîneke yekgirtî nînin û ev derengmayîna kurdan dibe sedem ku, kes, kom an hêzên nexêrxwaz li ser zimanê kurdî kiryarên kirêt lidarbixin.

Îro zimanê navneteweyî bûye îngilîzkî. Di paşerojê de wê hemî mirov kêm bi du zimanan biaxivin.