Zaravanasî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Zaravanasî an dialektolojî,zimanan li gor belavbûna wan ya erdnîgarî û taybetmendiyên têkildar dikole . Zaravanasî cudahiyên di nav du( an jî bêtir) zaravayan dikole. Zaravanasî bêtir pêwenddarî cudahiyên rêzimanî, ferheng, û fonolojî an ( dengnasî )yê û têkiliya wê bi herêmên erdnîgarî ye. Li ser zimanê niştîcihên herêmekê ku ji nifşên kevin de li wê derê dijîn, dikole, lê belê li koçberên ku zimanên xwe bi xwe re anîne wê herêmê jî dikole. (bnr têkiliya zimanî)

Konseptên giştî yên vekolîna zaravanasiyê van bendên jêrîn dihundirîne:

  1. Dihevdûgihiştin
  2. Du şêwezimanî
  3. Berdewamiya zaravayan
  4. Zimanê pirnavendî

Hans Kurath û William Labov du lêkolînerên navdar in divê mijarê de.

Vekolîna li ser zaravayan di nîvê dawî ji sedsala 19an de dest pê kir.Fikira vekolîna zaravayan ji aliyê Georg Wenker di sala 1876an de dest pê kir. Georg Wenker ew kesê ku nameyên rapirsînê li seranserî bakurê Almaniyayê diandine. Van nameyan komek ji hevokên bi Almaniya standard hatiye nivîsîn dihundirand . Ev hevok dû ra dihatin transkirîptkirin bo zaravayên cuda, bo destnîşana cudahiyên zaravayî. Gelek vekolîn ji vê lêkolînê bi pêşketin û di sedsala dîtir de zaravanasî li hemû cîhanê belav bû.

Lêkolînên lasayî bi derxistin û nîgarkirina nexşeya bi rêya çêkirina sînorin aşopî di navbera herêman de, ji bo nîşandana herêmên zaravayan, tê sepandin . Ji bo xelasbûna ji wan şêwe û rêçên lasayî, lêkolîn li ser bingehên civakî hatin kirin.

Metodên lêkolînê û danheva agahiyan[biguherîne]

Bi giştî di rêya rapirsînê de lêkolîn pêk tên; ew jî bi di şêweyan pêk te:

  1. rasterast an dîrekt
  2. nerasterast an nedîrekt
  1. Rasterast: rapirser çend pirsyaran li ser babetekê eseh dike, ji bo bidextistina cudahiyên ferhengî an dengî. mÎnak: lêpirsîna çend peyvan and jî dûbarekirin çend gotinan
  2. nerasterast: Pirser mijarek eseh vedike û pirsyarên ku bersivên wan dikarin vekirî bin, bi giştî ev ji bo çesipandin û peyitandina mijara rasterast hatiye pirsîn, tê kirin.

Dihevdûgihiştin[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Dihevdûgihiştin

Hinan hewl da ku bibêjin ku pîvana vawêrkirina zaravayan ji zimanan dihevdûtêgihiştin e, anku eger kes di ehv dû tê bihigên naxwe ew zaravayên zimanekî ne, eger di hev dû de negihên naxwe ew du zimanên cuda ne . Ev angaşt di zimanên spanî û îtalî de dixuyên . Li gel ku axêvêrên herdû zimanan heya cihekî ji hev fêm jî dikin lê gelekî kêm in ew kesên ku bibêjin ku ew zaravayên zimanekî ne. Li gel ku axêvêrên herdû zimana gelek tiştên hevpar ji hev fêm dikin jî ,lê morfolojî, dengsazî, û hevoksazî zêde ji hev cuda ne ku nahêle mirov bibêje ku ew zaravayên yekzimanî ne. (Lê hevrehên zimanê latînî yê kevin in). Di nav Kurdan de ev kêşe hîn dijwartir e, ji ber geleg angaştên cuda hene, yên ku dibêjin Kird ne Kurd in, an dibêjin Soranî zimanê kurdî ye û yên dî ne kurdî ne.

Du şêwezimanî[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Du şêwezimanî

li vir de gava du şêweyên zimanî hebin bi taybetî ku yek ji bo çîna payebilind û yek jî bo payenizim Ez nizanim bê mînakên wisa di Kurdî de hene an na; çîrokin ku Şablon:Pêdivî bi çavkaniyan hene, ku kirdikî zimanê qesr û koşkên melikên kurdan bû.

Berdewamiya Zaravayan[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Berdewamiya Zaravayan

Têkiliya zaravayan bi mesafeyê û erdê ve girê dide, dibêje ku ziman berdwam e, anku di herêmên nêzîkî hev dikarin ji hev fêm bikin lê ew fêmkirin kêm dibe her ku dûrî hev dikevin.

Zimanê pirnavendî[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Zimanê pirnavendî

Ew jî gava do şêweyên fermî ji zimanekî ku di genetîka xwe de hebe, bi giştî di zimanên ku di nav du dewletên siyasî de hatine perçekirin tê dîtin.

Ev jî di kurdî de ji xwe xuya ye. Him di nav çar dewletan de û hin bi du şêweyên "fermî" tên nivîsîn û him jî kes li kesî nake.