Zelal Gökçe

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zelal Gökçe
JidayikbûnTetwan , Bidlîs , Bakurê Kurdistanê
NeteweKurd
PîşeStranbêj
Malperzelalgokce.com
biguhêreBelge

Zelal Gökçe (jdb. 1980 li Tetwan , Bidlîs[1][2][3] , Bakurê Kurdistanê) stranbêjeke kurd e.

Perwerdehî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wê di lîseya Pera Güzel Sanatlar (Hunerên Zelal ên Perayê li Stembolê) de ji aliyê hunermenda operayê Marsel Adamadze ve perwerdehiya şam stend. Piştre derbasî İTÜ Türk Musikisi Devlet Konservatuarı (Konservatuara Dewletî ya Muzîqeya Tirkî ya Zanîngeha Teknîkî ya Stembolê) bû û digel perwerdehiya dengê beşa Muzîka Gel a Tirkî qedand.

Xebatên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kariyera muzîkî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bû endama Koma Azad û di xebatên albûma duyem ya komê 'Bihûşta min' de cih girt. Wê di albûmên bi navê 'Şahiya Stranan 1 & 2' de kilamên gelêrî yên ' Ax lê Nûrê', 'Dera sorê' û 'Zara' xwend. Piştre di Koma Asmîn de weke solîst cih girt û digel komê tevlî festîval û konserên li derveyî û hundirî welat bû.

Herwiha, wê di albûma 'Homegrown Istanbul Volume 1' de strana 'Dilo' û di albuma 'On Dilde On Şarkı' (Bi deh zimanan deh kilam) de jî strana 'Qumrikê' xwend. Wê ji bo telenovelaya tirk a bi navê 'Seher Vakti' kilama 'Seher Vakti' strî. Li Îtalyayê di çarçoveya projeja 'Giriyên Jinan' de tevlî Festîvala Carovana bû. Di çarçoveya projeya Dîwana Dubeytî de ji bo helbestên Baba Tahîrê Uryan kilaman amade kir û di gelek konserên komê de çû ser dikê.

Albûma wê ya yekem: Solîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yekem albûma hunermendê ya bi navê Solîn di gulana 2012an de ji aliyê Kom Muzîkê ve hat weşandin. Albûm rêbaza jiyanê, destan, kilam, lorîn û evînên li Mezopotamya û Anatolyayê vedibêje û ji 11 berhemên hilbijartî pêk tê. Taybetiyeke albûmê ev e ku stranên bi zaravayên kurdî (kurmancî, soranî û kelhûrî) û stranên bi ermenî û yek jî bi tirkî tê de cih digirin.[4]

Kariyera televîzyonê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wê ji bo IMC TV xebat kir û di gel Burcu Yankin, Feryal Öney û Özlem Taner amadekarî û pêşkêşkeriya bernameya 'Kadinlarin dilinden' (Ji zimanê jinan) kir. Wê di belgefîlma alman a muzîkê ya bi navê 'Türkei - Die Kinder der Sonne' (Tirkiye - Zarokên rojê) de weke karaktereke sereke cih girt. Belgefîlm ji aliyê kanala alman Südwestrundfunk (SWR) ve tê amadekirin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Duran, Şüheda (21 gulan 2022). "Zelal Gökçe Kimdir? Müzisyen Zelal". onedio.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 18 nîsan 2023.
  2. ^ Ersan, Mustafa (21 gulan 2022). "Zelal Gökçe Kimdir?". maksatbilgi.com (bi tirkî). Ji orîjînalê di 18 nîsan 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 nîsan 2023.
  3. ^ "Zelal Gökçe kimdir, nereli, kaç yaşında? Zelal Gökçe neden gözaltına alındı?". gazetevatan.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 18 nîsan 2023.
  4. ^ Hawarnet.com: Ji hunermend Zelal Gokçeyê yekem albuma solo, ji orîjînalê di 31 gulan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 27 gulan 2012