Zengilok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Zengilok, çûka mastî, silivî, şivanok
Carduelishembrabebiendo.jpg
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Passeriformes
Famîle: Fringillidae
Cins: Carduelis
Cure: C. carduelis
Navê zanistî yê latînî
Carduelis carduelis
(Linnaeus, 1758)
Carduelis carduelis carduelis1 havînan; 2 tevahiya salêCarduelis carduelis caniceps3 havînan; 4 tevahiya salê
Carduelis carduelis carduelis
1 havînan; 2 tevahiya salê
Carduelis carduelis caniceps
3 havînan; 4 tevahiya salê

Zengilok an serxwînk an zengulîtik an kilîl milîl an çûka mastî an silivî an jî şivanok (gelek navên wê hene) balindeyeke famîleya wîçwîçokan e.

12 cm dirêj e. Enî û erzing sor in. Tokeke spî di ser berçêlikêre ye li semta guhikan heta perê kulovanka serî diçe. Piniyeke qehwayiya vekirî li singî û teniştan e. Kulovanka serî heta piştpatikê reş e. Du gîxên reş jê şor dibine herdû rexên stûyî. Pişt qehwayiyekî xwelîkî yê vekirî ye. Çeng reş in û qaneke zêrîn û hindek gîxên spî li şaperan e. Kurî reş e rexên perên wê spî ne. Spîlka çavan qehwayiyekî tarî ye. Nikul sorşekirekî pêtînê teniş qehwayî ye. Pê sorşekirekî vekirî ne. Mê û nêr rengek in; yê nêr ji rengî ve piçekê zîqtir e.

Têjik ji serî ve xwelîkiyekî gewr e, gîx û ravên qehwayî li banê serî û patikê û piştpatikê ne, demê wî soratî lê nîne.

Li Kurdistanê (li nîv çiyayan) xwecih e û zivistanan ji serè çiriya duyê heta dûmahiya nîsanê li deştan ref ref li mêrg û reviyên bi dexel û têr strîzerik (cureyekî strî ye) xweş dihê dîtin.

Bişkojikên gil û giyayî û tovê striyan dixwe.

Hêlînên xwe li ser darên bilind çêdike û têjikan jî li navçiyayan tên der. Li Tirkiye û Kîprosê û rojhilata nêzîk û bakurê Îraqê heta çiyayên Zagrosê têjikan tîne der. Zivistanan ber bi nişîv heta Sînayê li Misrê û heta bakurê Erebistana Siyûdî diçe.

Çavkanî [biguherîne]

  • Îsmaîl Taha Şahîn (2006). Balindeyên Kurdistanê. Spîrêz, Dihok. (Bi tîpên erebî ye, ji bo tîpguhêziya latînî û wîkîpedyandina nivîsê, bikarhêner MikaelF).
  • Zana Farqînî (2004). Ferhenga kurdî-tirkî. Enstîtuya Kurdî, Stenbol.
  • H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nin Kuşlari (Kuzey Afrika ve Orta dogu dahil). Türkiye Dogal Hayati Kuruma Dernegi, Stenbol. ISBN 975 94098 28
  • D. Îzolî (2007). Ferheng. Kurdî-tirkî Tirkî-kurdî. Deng, Amed.
  • R.F. Porter, S. Christensen, P. Schiermacker-Hansen (1996). Field Guide to the birds of the Middle East. T & A D Poyser, London.