Zeplîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Zeplîneke DYA'yê

Zeplîn cureyekî alava firînê ye. Baloneke ji gaza hîdrojenê dagirtî ye û bi motorekê tê ajotin.

Navê xwe ji endazyarê Alman Kont Ferdinand von Zeppelin digire ku ew bi xwe wekî bavê firîn û ajotina balonan tê zanîn. Firîna yekemîn a bi zeplînê ji aliyê endazyarê Fransî Henrî Giffard ve di 24'ê sermawezê 1852'ê de bi zeplîneke 160 kg, 43 m dirêj û 12 m biber di navbera bajarê Paris û Trappesê de hatiye kirin ku bi qasî 30 km dûr in.

Zeplîn bi taybetî ji aliyê Almanan hatine bipêşxistin. Dûgela Alman a hemandemî di Cenga Cihanê ya I. de zeplîn bikaranîne û bi wê bajarên Londra û Parisê bombebarankirine. Zeplîn di navbera parzemîna Ewropa û Amerîkayê de tên bikaranîn. Ji ber qezayan û bipêşketina balafiran hilberîna zeplînan têm sekinandin û êdî di raguhaztinê de nayên bikaranîn.