Zeynelabidîn Zinar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Zeynelabidîn Zinar nivîskar, wergêr û lêkolînerê kurd e, ji Bakûrê Kurdistanê ye, di 1953'an de li gundê Hedhedkê girêdayê bi qeza Qubînê ve hatiye dinyayê. Yazdeh sal medreseya kurdî, piştre Imam-Xetîb û lîse xwendiye. Piştî kurtedemeke leşkeriyê, Zinar yazdeh sal li belediya Êlihê şixuliye.

Ji 12'ê îlona 1980'yî ve ku cunta leşkerî hatiye, hetanî sibata 1984'an, Zinar heşt caran hatiye girtin û gelek îşkence lê hatine kirin, sezayê girtîgehê û sirgûn lê hatine birrîn. Ew îşkenceyên ku dîtine, bi pirtûka xwe ya bi navê di Işkencede 178 Gün [1] diyar kiriye. Zinar, di dawiya 84'an de jî çûye Swêdê. Piştî ku Zinar li Swêdê bi cih bûye, di sibata 1985'an de li nexweşxana Xaça Sor beşa îşkencedîtan a Stockholmê hetanî 1995'an tedawi bûye.

Destpêka nivîsandina Zeynelabidîn Zinar a bi zimanê kurdî, çendî ku di salên 1963-64'an de pêşî bi tîpên erebî çêbûye, lê di 1985'an de li Swêdê bi awayekî rêkûpêk hatiye domandin. Pêşî dest bi tîpguhaztina klasikên kurmancî kiriye û lêkolîn li folklora kurdî kiriye. Heta niha, 82 pirtûkên wî hatine weşandin, herweha Zinar xwedî û berpirsê Weşanxaneya Pencînar ye.

Saziyên ku tê de Zeynelabidîn Zinar endam e[biguherîne]

82 pirtûkên Zeynelabidîn Zinar[biguherîne]

Pirtûkên ku ji alfabeya erebî veguhaztine alfabeya latînî[biguherîne]

Pirtûkên werger[biguherîne]

Pirtûkên veguhaztina ji destnivîsan[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]