Zimanê albanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
  Albanî
Shqip
 
Welat Albanya, Kosovo, Makedonya, Montenegro, Sirbistan, Xirvatistan, Tirkiye û Romanya û Îtalya, Yewnanistan
Hêrem an navçe
Hejmara zimanaxêvan 7-9 mîlon
Rêza vî ziman di nav zimanên cîhanê de
Alfabe
Dabeşandina malbata ziman
Hînd û Ewropî
Albanî
(Dabeşandina zimanî li gorî SIL)
Rewşa fermî û kodên ziman
Zimanê fermî ye li Albanya, Kosovo, Makedonya
Bi rêxistin
ISO 639-1 sq
ISO 639-2 alb
ISO/DIS
639-3
qi
SIL als(Toskî), aln (Gegî)
Bibînin  : ziman, listeya zimanan, koda rengan

Zimanê Albanî (Navê orjînal Gjuha Shqipe /ˈɟuˌha ˈʃciˌpɛ/) şaxeka zimanên Hînd û Ewropîyê ku yekser ji Albanî de pêk têye.

Du zaravayên cihêyên bi navê Gegî û Toskî têye navkirin hene. Lê zimanê niviskî li ser bingeha dîalekta Toskî di sedsala 20'an de hatiye çêkirin. Va prosesa standardîzasyonê bi kongreyeka di sala 1972'a de li Tîranê hatiyê pêkanîn ve hatiye temam kirin.

Di zimanê Albanî de peyvên ku ji zimanên dinên mînak Latînî, Yewnanî û yên di sedsal û dehsalên dawî ji Bûlgarî, Îtalî, Fransî, Tirkî hatinî standin cihekî û mîkareka girîng digirin.

Belavbûn[biguherîne]

Zimanê Albanî li Albanya, piraniyê Kosovo, li Makedonya, Sirbistan û Montenegro tê axaftin. Dîsa li Îtalya û Sîcîlya (nêzî 100.000 axivêr), ên ku wek Arbëreş tên navkirin, û li Yewnanistan, ên ku wek Arvanitan û Çaman tên navkirin û bi zimanê Albanî diaxivin hene. Li hin welatên Ewropayê jî koçarên ku hatinî wan welatan zimanê albanî wek zimanê koçerî diaxivin hene.

Li dinê bi temamî 8 mîlon kes bi zimanê Albanî diaxivin û li wan 3,5 li Albanya, 3,5 li welatên dinên Balkanan û yên din jî wek koçer li dinê belav bûne.

Dîrok[biguherîne]

Di dîrok de zimanê Albanî bingehî li derên ku îro tê axaftin belavbûbû. Di sedsala 11'an de hin niviskar qala Albaniyên ku bi zimanê Albanî diaxivin kirine. Li wê şunda ewna li beravên Derya Adriyatîk belavbûne. Li wan hinek nav xelkên Slawên ku li derên çûnî niştecî de asîmîle bûne û zimanê xwe guhertine.

Belgeya niviskiya ku bi zimanê Albaniya herî kevin a ku heta niha kişf bûyî di sedsala 15'an de ye. Pirtûka herî kevina ku bi zimanê Albanî hatiyî nivîsîn, ya bi navê Meshari, di sala 1555'a de ji hêla klerîkek(îng. Cleric) Gjon Buzuku hatiye nivîsîne.

Di sala 1870'an de rojnameya herî sifte bi zimanê Albanî hatiye derxistin. Li vê şunda zimanê Albanî gorî axivêrên xweyên li welatê lê, geh bi alfabeya latînî, geh bi alfabeya yewnanî, geh jî bi Alfabeya erebî hatiye nivîsîn. Lê bi dawiyê sedsala 19'an re standardîzasyon û yekkirina alfebeyan destpêkiriye. Yek ji wan alfabeyan ya herî qebûl dibûyî Alfebeya Stembolê, ya ku ji hêla Sami Fraşeri hatibû pêkanîn bû.

Bi civîneka di 14. - 22. kewçêra 1908'an de li bajarê Manastirê(Bitola) hatibû pêkanîn ve zimanê Albanî êdî bi temamî bi alfebeya latînî hat nivîsîn.

Alfebe[biguherîne]

Ji 1908'an virve di zimanê Albanî de bi temamî alfebeya latînî têye bikaranîn. Li ber wê ew herwiha bi alfebeya yewnanî û erebî jî dihat nivîsîn.

Di alfebeya latîniya ku bo zimanê Albanî tê bikaranîn ji herfên a, b, c, ç, d, e, ë, f, g, h, i, j, k, l, m, n, o, p, q, r, s, t, u, v, x, y, z. de pêk tê. Li hindê van herfan çend Dîyagrafên wek dh, gj, ll, nj, rr, sh, th, xh û zh jî tên bikaranîn.

Mînak bo Albanî[biguherîne]

Danezana Gerdûnî Ya Mafên Mirovan, Artîkêl 1:

Të gjithë njerëzit lindin të lirë dhe të barabartë në dinjitet dhe në të drejta. Ata kanë arsye dhe ndërgjegje dhe duhet të sillen ndaj njëri tjetrit me frymë vëllazërimi.
tɘ ɟiθ ɲeɹɘzit lindin tɘ liɹɘ ðe tɘ baɹabaɹt nɘ diɲitet ðe nɘ tɘ drejta. ata kanɘ aɹsye ðe ndɘrɟeɟe ðe duhet tɘ siɫen ndaj ɲeɹi tjetɹit me frymɘ vɘɫazɘrimi
Kurdî: Hemû mirov azad û ji hêlê maf û rûmetan ve wekhev tên dinyayê. Xwedî hiş û wijdan in û divê bi hestên biratiyê nêzîkayî li hev bikin.

Girêdanên derve[biguherîne]