Zimanê avestayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Zimanê avestayî, piraniya şareza, rojhilatnas û lêkolîner li ser vê baweriyê ne ku çavkaniya zimanê farsî zimanê îranî ye ku Avesta bi vî zimanî hatiye nivîsîn.

Mîcerson dibêje:

"Çavkaniya zimanê kurdî zimanê medî ye. Li gorî belgeyên dawî ku bi dest ketine, Avestaya Zerdeşt bi vî zimanî hatiye nivîsandin."

Rojhilatnasê navdar Darmestito dibêje:

"Avesta bi zimanê madekan, bi zimanê medî hatiye nivîsandin. Zimanê kurdî, paşmayê zimanê medî ye."

Noldkeş dibêje:

"Ger nivîsên paşayetiya medan bi dest bikevin ez bawer dikim, dê şik bikeve giyana berdenivîsên parsiyan."

Hirtsfiludê bi nav û bang ê rojhilatnas dibêje:

"Zerdeşt ji binemala Sipîtameya med e ku di destpêkê de desthilatdarê bajarê Rey bûn. Peyva spîtme navê binemaleya zerdeşt e ku di gateyên de wekî Spîtme hatiye nivîsandin û bi wateya regez (nijad)a spî yan binemala spî ye."

Pilînûsê mezin ku berî zayînê di navbera salên 79-23'yan de jiyaye, di cizya sêyem û benda duyem a perawa xwe ya bi navê "Mêjûy Xorskî" de dibêje:

"Zerdeşt ji binemala Med e û Avesta jî bi zimanê medî nivîsiye."

Babe Yadîgar ku yek ji pêşeng û hunermendê mezin ê sedsala heştemîn e, di berhema xwe ya bi navê "Zulal Zulal" de dibêje:

"Zerdeşt ku ji binemaleya Spîmenê ye, di dema paşayetiya Guştasip şahê keyanî de serî hildaye û gel, deste deste li dora wî kom bûye û rêz û rêçikên wî hîn û fêr bûne. Wî jî agir pêxibstiye û gel ji bo nasîna Xwedayê yekane hay daye."

Mînorskî dibêje:

"Her çend ku ji zimanê medî ji bilî çend navên taybetî tu tişt li cih nemaye jî, lê belê piştî ku ew sened û belge ketine destên me, derdikeve holê ku gelê kurd paşmayê qewmê med e û diyar e ku zimanê wan jî beşek ji zimanê medan e ku Avesta pê hatiye nivîsîn."

Herodot di dîroka xwe de çend peyvên medî dane ku ew peyv niha jî di zimanê kurdî de hin caran tên bikaranîn. Ji bo mînak Heredot dibêje:

"Medan ji dêlesegan re gotiye sipako" ku niha jî di zaravayên kurdî de ji segan re dibêjin sipak, sipa, sipe û siplot."

Ji ber ku me ji re ron û diyar be ku zimanê avestayî û zimanê kurdî her yek ziman e, emê çend peyvên Avestayê digel kurdiya niha mînak bidin, da ku bê zanîn piştî derbasbûna demeke dûr û dirêj hîna jî zimanê kurdî ji zimanê avestayî cuda nebûye û neguheriye.

Bi van mînak û belgeyên ku me diyar kirin, xuya ye ku zimanê kurdî paşmayê zimanê medî ye û Avesta jî ku Zerdeşt diyarî me kiriye her bi zimanê medî hatiye nivîsîn. Her wekî me got Pilînûsê Romî ku berî zayînê di salên 79-237an de jiyaye û di berhema xwe de gotiye:

"Zerdeşt ji binemala med bûye û Avesta jî bi zimanê medî nivîsîye. Êdî ger di paşerojê de Medistan an kurdistan bikeve ber lêkolînê û berdenivîsan şûnewarek bi dest bikeve ev mebesta bi tevahî dê ronî û diyar bibe."
Avestayî Farsî Kurdî
espe esb esp/hesp
axitî aştî aştî
afrîne aferîn afrîn
xiştire, uştire şotor wiştir/hiştir
divenge bang deng
parşne paşnê pajne, paş
tenûre tenûr tenûr
xesûre pêderzan/pederşowher xezûre/xezûr
rane ran ran
geoşware guşvarê goşware, guwar
mawnge mah mang
masîye mahi masî
mûşte moşt mişt/mist
neîze nêyzê nêze
nicen çîdan cinîn
nefrîne nêfrîn nefrîn
kirite- kerden kirdin/kirin
birite- borden birdin/birin
xverite- xorden xwardin/xwarin
dirite- daşten, dar- hebûn, dîr-
mirite- morden mirdin/mirin
pîta pêder piya, bav
reoçeh rûz roj
vehirke gorg ferq, gûr
kihirpe pêyker kirpe, peyker
weç vajê wişe
weraze goraz beraz/weraz
esmen asêman ezmen/asman
stere sêtarê stêr/estêre
wuze vez, baz wez
eîte- ameden- hatin/hetin

Girêdanên derve[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]