Zimanê azerbaycanî
| Azerbaycanî | ||
|---|---|---|
| Azərbaycan dili | ||
| Welatên lê tê axaftin | ||
| Axiverên zimanê zikmakî | 20–30 milyon | |
| Malbata zimanî | Zimanên tirkî
|
|
| Rewşa fermî | ||
| Welatên lê zimanê fermî ye | ||
| Sazkerên ziman | – | |
| Kodên zimanê | ||
| ISO 639-1 | az | |
| ISO 639-2 | aze (B) | azb (T) |
| ISO 639-3 | aze – Macrolanguage individual codes: azj – Azerbaycaniya bakur azb – Azerbaycaniya başûr |
|
Zimanê azerî |
||
Azerbaycanî (acemî û tatî jî jê re dibêjin[çavkanî pêwîst e]) ji ziman û taybetiyên gelên Azerbaycanê re tê gotin.
Zimanê azerbaycanî an jî acemî (bi azerî: Azərbaycan dili; Азәрбајҹан дили; آذربایجان دیلی) yek ji zimanên tirkî ye. Ji malbata zimanên altay, şaxê zimanên oxuz (an okiz, oguz) e. Gelê Azerbaycanê di bingehê xwe de ne tirkî ne. Azerî îranî ne û bi belavbûna ola îslamê bi qasî demeke dirêj zimanê wan ketiye bin bandora erebî. Paşê mîrên azeriyan ketine xizmeta berên desthilat ên tirkan û zimanê wan tirkandî bûye.
Piraniya dîrokanas û zimannasên azeriyan xwe wekî tirk napejirînin û dibêjin: "Erê zimanê me heliyaye, tirkîze bûye, lê em îranî ne. Ola me jî ne sunnî ye, şî ye."[çavkanî pêwîst e]
Di dema YKSS´ê de ji bo zimên alfabeya kîrîlî hat bikaranîne, lê niha pirranî latînî bi kar tînin.
Naverok |
Hin agahiyên derbarê zimanê azerî de [biguherîne]
- ISO 639-1: az
- ISO 639-2: (B) aze (T) azb
- SIL ISO 639-3: aze
- Cihên ku lê tê axavtin: Azerbaycan, Îran, Tirkiye, Îraq, Rûsya, Gurcistan, Sûrî, Ûkrayna, Qazaxistan, Ermenistan
- Axêv: 25-38 milyon
- Diyalekt: Azeriya bakur, Azeriya başûr
- Devok: Şemaxa, Salîani, Lənkorən, Qazax, Aîrym, Borcala, Terekeme, Qizilbaşça, Nuqa, Zaqatali (Mugali), Kutkas, Naxçevan, Ordubad, Qîrovabad, Şuşa, û Qarapapax.
Alfabeyên zimanê azerî [biguherîne]
Alfabeya azerî bi tîpên kîrîlî [biguherîne]
А а, Ә ә, Б б, Ҹ ҹ, Ч ч, Д д, Е е, Ф ф, Ҝ ҝ, Ғ ғ, Һ һ, Х х, Ы ы, И и, Ж ж, К к, Г г, Л л, М м, Н н, О о, Ө ө, П п, Р р, С с, Ш ш, Т т, У у, Ү ү, В в, Ј ј, З з.
Alfabeya azerî bi tîpên latînî [biguherîne]
- Binêre jî: Elfûbêy azerbaycanî
A a, B b, C c, Ç ç, D d, E e, Əə, F f, G g, Ğ ğ, H h, X x, I ı, İ i, J j, K k, Q q, L l, M m, N n, O o, Ö ö, P p, R r, S s, Ş ş, T t, U u, Ü ü, V v, Y y, Z z.
Girêdanên derve [biguherîne]
| Wîkîpediya bi azerî. |