Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zimanê gîlekî (bi farsî: گیلانی، گیلی, gîlanî, gîlî) zimanek e, yê ku li herêma Gîlanî ya Îranê tê axaftin. Ew yek ji şaxên Hind û Ewropî û dikeve beşa zimanên îranî yên bakurê rojava.
Mirov dikare gîlekî bi sê paran bike: gîlekiya rojava, gîlekiya rohelat û galeşî (li çiyayên Gîlanê tê axaftin). Di navbera gîlekî û mazenderanî de, zimanekî dinî ji îraniya bakurê roava ye, gorî wuşeyên xwe pir hevşibî he ye. Gorî hin çavkaniyan hejmara gîlekîaxêvan di 1993'an de dorî 3 milyon kes bû.
Gîlekî bi zimanê zazakî ve jî, ji hin hêlan de pir li hev tên. Bi zimanê farsî ve jî, ji hêla rêzimanî jî gelek cidatî peyda bûne. Di zimanê gîlekî de hembera farsî (û gelemperî hembera kurdî) rengdar û tûnîkerli ber tûnîbûyîn xwe tên.
- Nola ku di gîlekiya rojava de mêhin zakan (zarokê mêhîn) (farsî, beçayî mêhîn); gîlekiyê rojhelat de xirsî kutî (çêla hirç) (farsî, beçî xers).
- Mînakî bo rêngdaran: gilekiya roava pîlla-yî zakan (zarokê mezin), sûrx gul (gola sor); gîlekiya roava: sard aw (ava sar) (farsî, abî sard ), kul çaqû (kêra tûj) (farsî, çaqû-yî tîz).
Berhevdana gîlekî û kurdî[biguherîne]
| Gîlekî |
Kurdî |
| zay/zak |
zarok, zek |
| ĵor |
jor |
| kîĵa/kilka |
keç, kîj |
| daar |
dar |
| bûşû |
biçe (here), biço |
| purd |
pir, pird |
| zama |
zava, zama |
| çê gûdin |
çêkirin |
| xûr |
ewr, hewr |
| kîlîk (gîlekiya kevnar) |
kûleke |
| rîka |
role (xortê/a biçûk) |
| jeqele |
çikole |
| rûja (stêrk) |
roj |
| dîm |
demûçew, devûçev, dirûv |
|
Zimanên îranî |
|
| Zimanên îranî yên kevn |
|
|
| Zimanên îranî yên navîn |
|
|
| Zimanên îranî yên nûjen |
|
|
| Navên bi îtalîk zimanên mirî ne. * Li gorî çend zimanzanan kirmanckî û hewramî beşeke zimanên serbixwe yên îranî pêk tînin. |
|