Zimanê navaho
Ji Wîkîpediya
|
||||
|---|---|---|---|---|
| Welat | DYA | |||
| Hêrem an navçe | Arizona, New Mexico, Utah, Colorado | |||
| Hejmara zimanaxêvan | 170.717 (2007) | |||
| Rêza vî ziman di nav zimanên cîhanê de | ||||
| Alfabe | Latînî | |||
| Dabeşandina malbata ziman | ||||
| Malbata zimanên na-dené (Dabeşandina zimanî li gorî SIL)
|
||||
| Rewşa fermî û kodên ziman | ||||
| Zimanê fermî ye li | ||||
| Bi rêxistin | — | |||
| ISO 639-1 | nv | |||
| ISO 639-2 | nav | |||
| ISO/DIS 639-3 |
nav | |||
| SIL | ||||
| Bibînin : ziman, listeya zimanan, koda rengan | ||||
Navaho yan jî navajo (bi zimanê navaho: Diné bizaad) zimanekî ji malbata zimanên atabaskî ye. Xelkê navaho li başûrê rojavayê DYA'yê dijî, bi taybetî li Arîzona û New Mexicoyê. Zimanên atabaskî jî bi eslê xwe zimanên Kanada û Alaskayê ne.
[biguherîne]
Zimanê navaho yê herî mezin ê di navbera gelên resen ên Bakurê Amerîkayê de ye. Di sala 2007'an de hejmara navahoyan 170.717 [1] kes e. Piraniya navahoaxêvan li parêzgeha Navajo Nation dimînin, ji wan 2,9% ji xeynî zimanê xwe yê zikmakî tu zimanê din nizanin. Bajarên ku tê de hejmara herî mezin a akinciyên navaho ne ev in: Farmington (16,5%), Gallup (12%), Flagstaff (10,3%) û Albuquerque (5,4%).
[biguherîne]
| Bi navaho | Bi kurdî |
|---|---|
| Yáʼátʼééh! | Rojbaş! |
| Haashyitʼéego kééhótʼį´? | Tu çawan î? |
| Yáʼátʼéego kééhashtʼį´. | Ez baş im. |
| Nishąʼ? | Tu? |
| Yáʼátʼéehgo. | Ez jî baş im. |
| Aooʼ | Erê |
| Dooda | Na |
| bááh | nan |
| tłʼohchin | pîvaz |
| tó | av |
| chʼil gohwééh | çay |
| gohwééh | qehwe |
| ahéheeʼ! | sipas! |
| Daʼ diné bizaadísh bee yáníłtiʼ? | Tu bi navaho dizanî? |
| Daʼ kʼóódii bizaadísh bee yáníłtiʼ? | Tu bi kurdî dizanî? |
| Áłchʼį´į´dígo bee yáshtiʼ. | Ez hindik dizanim! |
| Ayóí ánóshʼní! | Ez ji te hez dikim! |
| Hágoóneeʼ! | Bi xatirê te! |
[biguherîne] Çavkanî
- ↑ census.gov 2007 American Community Survey. Accessed 2010-07-13.
Wîkîpediya bi zimanê îngilîzî (18.08.2011).
|
|||||||||||||