Zimanê silesî
Silesî an jî zimanê şilesî (bi silesî: ślůnsko godka, ślůnski, carina jî pů našymu) zimanê xelkê herêma Silesyaya Jorîn a Polonyayê ye. Li Çekiya û Almanyayê jî tê axavtin. Li gor mirovjimêriya Polonyayê ya sala 2002'an li dor 56.000 kesan zimanê silesî wek zimanê xwe yê zikmakî dan zanîn.
Silesî nêzîkî zimanê polonî ye, ji bo vê yekê ji layê gelek zimannasan ve wek zaravekî polonî tê hesibandin.
[biguherîne] Alfabeya silesî
Yek alfabeya silesî tune ye. Silesîaxêv, bi giştî, zimanê xwe bi tîpên polonî dinivîsin. Lêbelê, di sala 2006'an de alfabeya silesî ya nû hate sazkirin. Ev alfabe ji deh awayên nivîsînê yên cuda cuda pêk dihêt. Bi pirranî, li ser înternetê û li Wikipediya jî tê bikaranîn.
Aa Bb Cc Ćć Čč Dd Ee Ff Gg Hh Ii Jj Kk Ll Mm Nn Ńń Oo Pp Rr Řř Ss Śś Šš Tt Uu Ůů Ww Yy Zz Źź Žž
Çend dîgraf jî hene: Ch Dz Dź Dž.