Zimanê talişî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Talişî
Tolişe zivon / толышә зывон / تالشی زَوُن
Welatên lê tê axaftin  Azerbaycan
 Îran
Herêm Talişistan
Axiverên zimanê zikmakî Navbera 1.500.000 û 2.000.000 in
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Sîstema nivîsê Tîpên erebî li Îranê
Tîpên latînî li Azerbaycanê
Tîpên kîrîlî li Rûsyayê
Kodên zimanê
ISO 639-2 ira
ISO 639-3 tly
Talysh language dialects.svg

Firehbûna zimanê talişî

Zimanê talişî, zimanekî şaxa zimanên îranî yên bakûr rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye. Piraniya gelê li Talişistanê bi vî zimanî diaxivin û zimanê dayîkê yê piraniya talişan ev ziman e.

zaravayên talişî hene, talişiya bakûr (Azerbaycan, Îran), talişiya navîn (Îran) û ya başûr (Îran).

Zimanê talişî nezî zimanê kurdî ye, bi taybetî nezî zazakî ye û hinek zanistvan hene dibêjin ew jî yek ji zaravayên kurdî ye [çavkanî pêwîst e].

Alfabeyên talişî[biguherîne]

Ya latînî
A a B в Ç ç D d E e Ә ә F f G g
Ƣ ƣ H h I i J j K k L l M m N n
O o P p Q q R r S s Ş ş T t U u
V v X x Y y Z z Ƶ ƶ Ь ь
Ya rûsî
A a Б б В в Г г Ғ ғ Д д Е е Ә ә
Ж ж З з И и Ы ы J j К к Л л М м
Н н О о п п Р р С с Т т Y y Ф ф
Х х Һ һ Ч ч Ҹ ҹ Ш ш

Hilsengandina talişî ligel kurdî[biguherîne]

Kurmancî Bakur (Lavandavili / Lankaroni) Navîn (Taleshdulaei) Başûr (Khushabari / Shandermani) Tatî (Kelori / Geluzani)
gir, bilind, ezin yul yal yal pille
kur, law zoa, zûa zoa, zûe zû'a, zoa za
bûk vayu vayû gêşa, veyb vayû, vêi
pisîk, pisîng kete, pişîk, piş peçû peçû, peşû, pişî peşû
giryan, girî bamê beramestê beramê beramesan
keç, keçik qîz, dot kina, kela kilu, kela kina, kella kille, kilik
roj ruj, rûc rûz rûz, roz rûz
xwarin hardê hardê hardê hardan
Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)