Zimanmalbata hind û ewropî

Ji Wîkîpediya

Pirteqalî: welatên piraniya şêniyên wan bi zimanekî hind û ewropî dipeyivinZer: welatên ku tê de zimanekî hind û ewropî fermî ye, lê  kêmeneteweyek pê diaxive.
Pirteqalî: welatên piraniya şêniyên wan bi zimanekî hind û ewropî dipeyivin
Zer: welatên ku tê de zimanekî hind û ewropî fermî ye, lê kêmeneteweyek pê diaxive.

Zimanmalbata hind û ewropî (zimanzanên alman jê re dibêjin zimanmalbata hind û germanî) malbata zimanên hevlêzim ên ji Ewropa ta Hindistan, bi 2,5 milyar axaftinêran a herî mezin li ser erdê ye. Lêzimiya zimanên hind û ewropî bi qadên (flexion), (numerus), zayend (genus) û deng hatiye isbatkirin. Kurdî endamê wê ye.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Têgiha "hind û germanî"

Zimanzanên sedsala mezin ev têgih bikar dianîn, ji ber ku zimanên di vê zimanmalbatê de ji hev dûrtirîn zimanê hindî yê kevn, sanskrît û germanî bûn. Zimanên keltî ewdem ne dihatin jimartin, ji ber ku rêzimanên wan xwedî hin taybetiyên cihê bûn û toxarî a bêhtir li Rojhilatê bû di sala 1890 hat dîtin.

Di warê zanistiya zimanên hind û ewropî de zimanzanên alman pêşiya giştan in. Ew navê "hind û germanî" bikartînin.

[biguherîne] Reh û peresendî

Zimanên hind û ewropî di wateya zimanzanî de lêzimê hev in.

Di dawiya sedsala 18an de rojhilatnasê îngilîz William Jones wekheviyên di navbera sanskrît a zimanê Hindistanê kevn û latinî û yewnanî de dît û têgihîşt ku rehên wan yek in. Pişt re ev lêzimî di navbera farisî û keltî de jî texmîn kir.

Franz Bopp ê alman bi berhema xwe ya li ser yekrehiya sanskrît, yewnanî, latinî, farisî û almanî bingeha zanistiya hind û ewropî li Almanya danî.

Zimanê hind û ewropî yê rehane bi awayê zimanzanî hat veafirrandin. Lê ti kes nikare bibêje ku ev zimanê kalên hind û ewropiyan bû.

Welatê gelê kal û bavên hind û ewropiyan li ku der e, ew jî baş nayê zanîn. Ewropî dibêjin ew bakûra Derya Reş e. Lê dîroknasên arî, bi taybetî kurd, dibêjin ew çiyayên Zagros, ango Kurdistan e.

[biguherîne] Malbatên zimanên hind û ewropî

[biguherîne] Zimanên hind û îranî

[biguherîne] Zimanên hind û arî an hindî

[biguherîne] Zimanên nuristanî

[biguherîne] Zimanên îranî

[biguherîne] Zimanên îranî yên rojhilatî

[biguherîne] Binşaxê bakur-rojhilatî
      • beşa skîtiya rojava
        • Skîtî (mirî ye)
        • Osetî an îronî
      • beşa xwarezmî
        • Avestayî
        • Xwarezmî
      • beşa sogdî
        • Sogdî (mirî ye)
        • Yaxnobî
      • beşa baktrî
        • Baktrî (mirî ye)
      • beşa skîtiya rojhilat
        • Sakayî (mirî ye)
        • Paşto
          • binşaxê pamîrî
            • binbeşa waxî
              • Waxî
            • binşaxê muncî û yidxa
              • Muncî
              • Yidxa
            • binşaxê sangleçî û îşkaşmî
              • Sangleçî
              • Îşkaşmî
            • binşaxê şuxnî û yazgulamî
              • Şuxnî
              • Yazgulamî
    • binşaxê başûr-rojhilat
      • Paraçî
      • Ormurî

[biguherîne] Zimanên îranî yên rojavayî

[biguherîne] Binşaxê bakur-rojavayî
      • Medî (mirî ye)
      • Partî (mirî ye)
      • beşa yên Îrana navendî
        • Yazdî
        • Nayinî
        • Natanzî
        • Soî
        • Xunsarî
        • Gazî
        • Sivandî
        • Vafsî
      • beşa semnanî
        • Semnanî
        • Sangisarî
      • beşa xezarî
      • beşa talişî
        • Talişî
        • Harzanî
      • beşa zazayî û guranî
      • beşa beloçî
      • beşa kurdî

[biguherîne] Binşaxê başûr-rojavayî
      • beşa farisî
        • Farisiya kevnar (mirî ye)
        • Farisî
        • Tacikî
      • beşa tatî
        • Tatî
      • beşa farsî
        • Farsî
        • Larî
      • beşa lurî
        • Lurî
        • Kumzarî

[biguherîne] Albanî

[biguherîne] Yewnanî

[biguherîne] Zimanên îtalî

[biguherîne] Zimanên keltî

[biguherîne] Zimanên germanî an jermanî

[biguherîne] Zimanên baltî û slavî

[biguherîne] Çavkanî

Merritt Ruhlen (1991). A Guide to the World's Languages. Vol. 1: Classification. Edward Arnold, London-Melbourne-Auckland.