Zimanxûnk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Galium aparine
Galium aparine in flower
Galium aparine in flower
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Beş: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Kom: Gentianales
Famîle: Rubiaceae
Cins: Galium
Cure: G. aparine
Navê zanistî yê latînî
Galium aparine
L.

Zimanxûnk anku rûnas riwekeka çolê ye. Pelç û teleyên ev riwekê bi striyên biçûk hatîye girtî ye. Wê lomê ku meriv rûya çermê xwe dixe wek mîna ku tiştek merivan pironcek bike. Zarokan berê bi rûye zimanî xwe dixistin û zimanên xwe xûn dikirin ji bo navê xwe ziman xûnk e.

Gîyayek di nav zevî, mêrg û teraşên deverên heta bilindiya 2000 – 2300 m de şîn têt. Bejna wê 60- 150 cm bilin dibe. Gîyayek bêhnxweş lê tama wê hinekî tahlok û pêverişok e ( zeliqok). Sê cûreyên wê hene. Bandora hersêyan jî wek hev e. Di kevnar de Yewnan, Romayiyan, Medan û Asuriyan jibo dermanên cûrbecûr dixebitandin. Li hinek deverên Îngilistanê jibo penîr tê bikaranîn. Di nav xelkê Îrlanda de li dewsa qehwê tê vexwarin. Mixabin ev gîyayê bikêr û derman hatîye jibîrkirin. Lewre li gelek deveran gundî dibêjin: Ew gîyayek bêkêr û xusardar e. Di van salên dawî de ku nexweşiya Penceşêrê zêde bûye, jibo tedawiya penceşêrê tê xebitandin. Ji nûve dîsan qedrê wê tê zanîn û di TIB ê de cihê xwe yê layioq digire.


Berhevkirin[biguherîne]

Berhevkirin û hişk kirin[biguherîne]

Hewceye yên belgkesk bên berhevkirin. (Baştirîn ewe ku mirov bike selikan, anjî tûrikên cil ji ber ku naylon hewa nastînin û madeyên di hundirê gîyayan de xirab dibin. Ev jibo hemu awayên pincaran derbaz dibe) Bi qevdikên (destikên) zirav li cihek sîber û hewagir bên hilawistin (daliqandin). Piştî hişk bûn, hûrbikin û hinekî din jî li ser cilekê raxin û paşê bikin nav firaqên ku devê wan bê girtin. Bi vî awayî hûn dikarin dermanê xwe du salan biparêzin. Lê ya herî çêtir xebitandina gîyayê taze ye.


Bikêrhatin[biguherîne]

Kêrhatî û fayde: Jibo hemû cûreyên penceşêrê. 2- Jibo paqijkirina sîstema lenfan. Jibo paqijkirina xwîn, edava nava gurçik, mêlak, xalik ( fatereşk), hizarpitik

(pankires) û bermayên toksîka nava wan. Jibo nexweşiyên çerm, guatr û tîmoran bandorek erênî dike.

Bikaranîn[biguherîne]

1- Çay ê, 2-ava saf 3- melhem.

Çay[biguherîne]

Avê bikelînin, jibo her 150 ml avê 2 kevçiyên Rûnasa xişk an jî ter bavêjinê. 10 deqîqan di demê de bihêlin û paşê biparzinin û germe germ vexwin. An jî 2- kevçiyên Rûnasê bêxin nav 150 ml ava sar û 2- 4 seetan di demê de bihêlin, biparzinin û vexwin. An jî Rûnasê di avê de bikelînin, deh deqan bisekinin, paşê biparzinin û germegerm jibo guatr ê rojê 4- 6 caran xelxele bikin. Hûn dikarin her carê qurtekê ji wê ava xelxelê vexwin.

Ava saf[biguherîne]

Rûnasê di mîkser anjî sîrkûtê de biherişînin, bigivêşin û paşê hinek ji wê ava saf bikin nav ava normal û vexwin. Hûn dikarin wê ava saf ji aliyê derva li ser çermê penceşêrbûyî û jibo guatirê li qirika xwe xin .

Melhem[biguherîne]

500 gr nîvişk (rûnê nehelandî yê, ji şîr çêdibe) bikin firaqekê, 4 kulmên Rûnasê bêxin nav heta kef bidet, tîyve bidin (lihevxin). Ku kef da, ji ser êgir hilînin û heta roja din bisekinînin. Dîsa germ bikin, biparzinin û bikin firaqan û di sarincokê de biparêzin. Li ciyê penceşêra çerm, guatr, û êşa hestiyên piştê xin. Her weha jibo qermîçûnkên rû jî başe. Jibo ravên (cihên derizî- kerî-kerî bûyî) piştî zayîna jinan melhem bandorek baş nîşan didet.

Çavkanî[biguherîne]

  • Bavê Jîndar, Lotikxane, 2008