Zirfet

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zirfet
  • Dish Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Welat
Pêk tê ji
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Zirfet, zerfet, serfit, babko cure xwarineke çorsanî û biçêj, ji koma xwarinên pêjgeha kurd, kateyan e. Herwiha xwarineke ji koma xwarinên sîr û mastê ye jî.

Heger zerfet bi giştî di binikan de bê hûrkirin û bi çênca xwe ve bê xwarin, jê re babko yan bavko dibêjin. Babko dikare bi şerbet û rûnê nivîşkî jî were xwarin.

Pirranî xwarineke malbatî û zivistanî ye. Li Kurdistanê zirfet li gelek herêman tê zanîn û hezkirin. Zirfeta herî xweş li Dêrsim, Serhedê tê çêkirin, lewra li van herêman cureyên biharbêhnan (biharat) jî tevlî dikin.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hevîrê zirfetê tê strîn. Kewa xwe girt, di dirûvê giloverê de stûrî tê vekirin. Heger li ser kuçikê be, didin ser locinekê û bi wê awayê didin ser agir. Pirr berê ji bo tehma wê xweş be didan ser locinên ji axê hatine çêkirin.

Sêl an sacê didin ser. Li ser sacê jî pîzot û kozirên agirê darê radixin. Pijandin bidawî bû tînin serê wê fit dikin, devangek vedikin. Hundirê wê bi qasî 4 tiliyan tê vedan û dîwarên zirfetê bi dew didewisînin.

Nanê ku jê hatibû derxistin, hûrik hûrîk tê çêtîkirin û dîsa dixin nava zirfetê. Rûnê nivişkî yê qijilandî bi tevî çênca xwe berdidin ser nanê hûrkirî.

Zirfeta biqîmet a çenca wê dewlemend e ye.

Gotin li ser zirfetê / zerfetê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Qeliyê bidin mêvan, zirfet bila para maliyan be. Mêvanê me jî bila mixtar be. (mêvanê heznekirî qeliyê bixwe êdî hûn fêhm bikin ka zirfet çendî bitehm e)
  • Nanê dizan nayê xwarin lê zirfeta wan tê xwarin.
  • Zava çi xwest, bûkê çi xwest, yekî zirfet xwest, yekê devanga wê xwest. (Devanga zirfetê ji ber ku kêm bi rûn û dew e, pirranî didin zarokan)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Berhevkirinên çanda gelêrî yê bikarhêner Bablekan (gotinên li ser zirfetê)