Zirsûsik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Zirsûsik
Coturnix coturnix (Warsaw zoo)-1.JPG
Rewşa parastinê
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Galliformes
Famîle: Phasianidae
Binefamîle: Perdicinae
Cins: Coturnix
Cure: C. coturnix
Navê zanistî yê latînî
Coturnix coturnix
(Linnaeus, 1758)

Zirsûsik, sûsik, semaniyê nas, kerro, kerrank, kerrowale an jî qitbarûd (Coturnix coturnix), cureyekî qerqewîlên biçûk (Phasianidae) in ji cinsê semaniyan (Coturnix) e.

Belavbûn[biguherîne]

Zirsûsik li gelek herêmên Asyay, Afrîka û Ewropayê tên dîtin.

Şayes[biguherîne]

Zirsûsik balindeyekî qelew û biçûk e, rengê wê qehweyî bi xêzên dirûvê çavan ku spî ne. Dirêjiya zirsûsik di navbera 18.0–21.9 cm ne û giraniya wê di navbera 91–131 gram e. Baskên zirsûsikan dirêj in ku berevajiya çûkên nêçîrê yên din.[2]

Reftar û jîngeh[biguherîne]

Zirsûsik ji cureyên çûkên ku li ser erdê dijîn. Zirsûsik, ew çûka bi tenê ji koma balindeyên dirûvê mirîşkan (Galliformes) ku dikanê bifire. Zirsûsik bi dijwarî tên dîtin ji ber ku xwe di nêv zadên çandinî de vedişêre û hez nake carinan bifire, lê dixwaze bixoşe berva firrînê. Zirsûsik ji balindeyên koçber in ku ne wekî çûkên nêçîrê yên din.

Parêzî[biguherîne]

Zisûsik dendik an bizir û mêş û mûran ser erdê digire û dixwe.

Pirbûn[biguherîne]

Hêk

Çaxê zirsûsik digihîje 6-8 hefteyî ku dikanê hêkan bike li cotgehên vekirî û erdên bi giha li pir herêmên Asya û Ewropayê. Zisûsik di navbera 6-12 hêkan dike ku piştî 16-18 rojan wê ji qalikan derkevin.

Dabeşandin[biguherîne]

Binecure[biguherîne]

Serê binecureyên bi navkirî
Serê zirsûsika Afrîkayê Coturnix coturnix africana

Zaneyarê swêdî Linnaeus, ew ê yekemîn ku zirsûsikan di pertûka xwe Systema naturae bi navê Tetrao coturnix danas û salox kir di sala 1758an de.[3] Zirsûsikê Ewroasyayê C. c. coturnix, li herêmê Sahelê li Afrîka û Hindistanê zivistanê xwe derbas dike. Gelheyên zirsûsikan ku li giravên Kenarî û Madêra yê dijî ji binecureyê zirsûsikê Ewroasyayê C. c. coturnix ne. Nijad an binecureyê zirsûsikê Afrîkayê C. c. africana ji aliyên Temminck û Schlegel, di sala 1849an bi navê C. c. africana hatibû danas û saloxandin. Zirsûsikê Afrîkayê li herêmên Afrîkayê navîn û başûrê Afrîkayê zivistanê xwe derbas dike. Gelheyên zirsûsikan ku li Madagaskar û giravên Komoros ê ji binecureyê zirsûsikê Afrîkayê C. c. africana ne. Çend binecureyeên din li Afrîkayê hene wekî li Etiyopayê tên dîtin ku navê wê zirsûsikê Hebeşê (C. c. erlangeri) ye, C. c. inopinata ku li giravên Kêp Vêrdî dijî ye û C. c. conturbans ku herêmê Azores tên dîtin.[4]

Çavkanî[biguherîne]

  1. BirdLife International (2012). "Coturnix coturnix". IUCN Red List of Threatened Species. Version 2012.1. International Union for Conservation of Nature. Retrieved 16 July 2012. 
  2. Hume, A.O.; Marshall, C.H.T. (1880). Game Birds of India, Burmah and Ceylon II. Calcutta: A.O. Hume and C.H.T. Marshall. p. 148. 
  3. Şablon:La icon Linnaeus, C (1758). Systema naturae per regna tria naturae, secundum classes, ordines, genera, species, cum characteribus, differentiis, synonymis, locis. Tomus I. Editio decima, reformata. Holmiae. (Laurentii Salvii). p. 161. "T. pedibus nudis, corpore griseo-maculate, supercilií albis, rectricibus margine lunulaque ferruginea." 
  4. E. Krabbe, 2003Şablon:Full

Girêdanên derve[biguherîne]