Ziryab

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Gulistana Ziryab, nîgarokeke ji sedsala 16ê

Abu l-Hesen ‘Elî ibn Nafî ango bi navê hunermendî Ziryab, bi kurdî jî Zorab, di sala 789an de ji dayik bûye û di hemû çavkaniyan de kurdbûna wî tê bilêvkirin.

Ziryab xwendekarê Isheq Musiliyê kurê Brahîm Musilî bû. Piştî ku jêhatîbûna wî di muzîkê de ji ya mamosteyê wî buhurî, neçar ma ji Bexdayê veqete.

Wî jî berê xwe da başûrê Spanyayê Kordobayê. Li wir melîkê mîrîtiya Emewiyan a li Spanyayê Evdirrehmanê II. Ew girte cem xwe. Bi vî awayî jîrbûna muzîkjenên Kurd bi Ziryab dewam kir û tesîreke mezin li muzîka Spanyayê kir.

Ziryab têla 5’an li ûdê zêde kir û yekem car bi pirtikekî êlo li ûdê da. Wî tesîreke mezin li muzîka Spanî kir û weke damezrênerê kevneşopiya muzîka Endulusî tê nasîn.

Evdirrehmanê II azadiyeke mezin dabû Ziryab û Ziryab bi vê azadiyê dibistaneke muzîkê saz kir.

Ziryab her weha ‘tar’ û ‘sêtar’ jî anîn Spanyayê û ev amûr paşê veguherî gîtara Spanyayê. Muzîk û reqsên Kurdistan û Rojhilata Navîn paşê bi tekiliya muzîk û reqsên qereçiyan veguherî Flamenkoya spanî.

Li gorî gelek çavkaniyan Ziryab bandora xwe her weha li mode, xwarin û mîmariya Spanya û Ewrûpayê jî kiriye.

Ziryab di sala 857an de çavê xwe li dinyayê miç dike.