Zoqeyd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Zoqeyf hat beralîkirin)

Zoqeyd (bi tirkî: Kayabağlar) gundekî girêdayî bi Misirc a Sêrtê ve ye. Li Bakurê Kurdistanê, li Deşta Xerzan dimîne.

Li bakurê Kurdistanê çend gund hene ku bi xwendin û zanînê hatine naskirin. Zoqeyd jî yek ji wan gundan e. Li vî gundî şaredarî jî heye û li dora 500î malbatên Kurd lê rûdinin.

Li vi gundî, hetanî dawiya salên 1960î jî, sê medrese hebûne. Yek ji wan bi navê Medreseya Mezin dihate binavkirin. Şêx Mehmûdê kurê Şêx Evdilqehar, zanayekî mezin bûye. Şêx Cuneyd û Şêx Fudeyl herdu kurên Şêx Mehmûd bûne û ji bilî Rêçika Nexşebendî, ew di zanîn û têgihandinê de zanayên yekane bûne. Her yekê li medreseyekê ders dida feqeyan, bi sedan û bi hezaran cuwanên Kurd bawername ji destên wan wergirtine.

Li herêmê piraniya zanayên olî yên ji 1930 heya 1970yî, li virê xwendine. Ji xwendina Medresê zêdetir, bi sedan ciwanên vî gundî zanîngehên cuda cuda xwendine û di bûrokrasiya Tirkiyê de cihne bala wergirtine. Piraniya axa gund kevirê spî ye û tahtok e. Ji ber hindê fabrîqeya Çîmento jî li nêzê gund hatiye çêkirin. Li deverên kevir û tahtok  rez, darên behîv, hirmê û wekî din pir hene. Li deverên dî jî dexl pir tê çandin. Kêmasiya avê pir lê heye. Barigehek leşkerên Tirkiyê li wirê hatiye bicihkirin. Ajalên wek pez, dewarên stûr lê têne xwedîkirin. Avahiyên xwendinê çend dibistan, xwendegeha navîn û dibistana amadeyî (lîse) lê hene. Piraniya xaniyên gundiyan bi kevirên req hatine çêkirin, lê gelek xaniyên ji hesin û çîmento jî lê têne dîtin. Nişteciyên gund ne girêdayî bi tu eşîreke Kurd ve ne.