Zuhdi Al-Dahoodi
Ji Wîkîpediya
Zuhdî Dawûdî, Zuhdi Al-Dahoodi (* 22'ê avrêlê 1940 li Tûz Xûrmatû) dîrokzan û nivîskarekî kurd e.
Mamosteyê dibistana seretayî bûye. Bala xwe berdaye ser nivîsandinê û di nava mihalefeta çepgir de cih girtiye. Li Îraqê hatiye girtin. Li zanîngeha Leipzigê perwerdeya xwe sala 1976'ê bidawî kiriye.
Di nava salên 1976 heya 1979 li zanîngeha Mûsilê xebitiye. Ji sazûmaniya Saddam Huseyîn reviyayê, li Lîbyayê maye. Bi têkçûyîna Saddam ve vedigere Kurdistanê, Kerkûkê. Niha li Almanya, Leipzigê dijî. Karê nivîskarî, wergervaniyê dike.
[biguherîne] Berhem (bi almanî)
- Die Kurden. Geschichte, Kultur und Überlebenskampf, Umschau, Frankfurt a. M., 1987, ISBN 978-3-524-69067-4
- Tollwut. Kurdische Erzählungen, Kiepenheuer, Leipzig, ISBN 978-3-378-00487-0
- Das längste Jahr, Kiepenheuer, Leipzig, 1993, ISBN 978-3-378-00542-6
- Abschied von Ninive, Internationales Kulturwerk, Hildesheim, 2000, ISBN 978-3-910069-89-3