Çevik Bir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çevik Bir (jdb. 1939, Buca, İzmir, Tirkiye), generalekî romî (tirk) ye. Yek ji giregirên artêşê yê di salên 1980-2000î de li dijî PKKê têkoşiyaye ye. Di doza rêxistina îllegal Ergenekonê de navê wî jî derbas dibe. Tê îdîakirin ev navê bikartîne ne navê wî yê berê ye, kodnav e û ji kurtkirina çevik birimler (yekîneyên çeleng) e. Herwiha bi kujtin, êşkencekirin û windakirina kurdan jî tê tewanbarkirin.

Jiyan (jînenîgariya fermî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sala 1958ê ji dibistana serbaziyê destûrdar dibe. Di nava salên 1973-1976ê wekî serbazek di baregehekê NATOyê de dixebite. Sala 1995ê dibe orgeneral. Ji 1995 heya 1998ê cihgirê serkanê artêşê yê giştî ye. 1998-1999, serfermandarê artêşa I. e.

Marî bûye (zewiciye) û lawekî (kur) wî heye.

Lehengê tirkan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di nava komên rastgir û tirkperweran de Bir wekî lehengekî tê pêşwazîkirin. Di derbareyê jiyana wî de kêm agahî hene yan jî agahiyên hene ne bibawer in. Îdîa hene ku ew di şerê Kîprosê (tirk-yewnan) de tevlî kujtin û windakirina sîvîlan bûye. Di cûntaya sala 1980yê de yek ji payebilindên li dijî rêxistinên kurd têkoşiyaye ye.