Şano

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şano
Du lîstikvanên şanoyê ku li ser dikê şanogeriya xwe pêşkêş dikin. Li şanogeha Prithviyê ya Mumbai (Hindistan).

Şano yan jî hunera şanoyî hunereke wêjeyî ye ku şanoger (lîstikvanên şanoyê) li ser dikê pêşan didin. Cihê ku berhemên şanoyê lê tên pêşandan şanogeh e.

Dîroka hunera şanoyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tekamûla şanoyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di despêka jiyanê de mirov ji bûyerên sirûştê û pêkhatina hin tiştên sosret ditirsiyan û nizanîbûn ew çawa tên holê. Ji ber ku sedemên kiretên sirûştê û zagonên xwezayî nizanîbûn, xof û tirs diket dilên wan û li hember wan bûyeran serî danîbûn û bûbûn xulam. Efsûnkariya hunerê ji wê demê vir de dest pê dike. Li gor baweriya wan di nav hêzên jîndarên xwezayê de wek hestên mirov, ruhên taybetî hebûn, ji ber wê sedemê reqs û lîstikên ku dişibandin ajalan (heywanan) dianîn holê. Tiştên ku tê ne digihîştin ji xwe re rûmet digirtin, dema xwarin têra wan hebû dawet dikirin û bi şahî derbas dibû. Ew durişm hemû bû hestiyê afirandina şanoyê.[1]

Piştre jiyan hate guhertin û dewlemend bû. Mirov durişma xwe jî guherand û bi bûyerên çûyî û yên rojane bi livbaziyên hişk tevgera xwe domand.

Berî zayina Îsa di sedsala 5em û 4em de ramaniya şano di nav jiyana Yewnanên Kevnare de aj da. Ew rêgeh wek şanoya xemgînî ('trajedî') hate ziman. Mijarên xwe ji dîrok û destanan distand.

Dîsa di wan sedsalan de Yewnan û Faris şerê hevûdu dikin û Yewnan serdikevin û pêş ve diçin. Di wê demê de pisporên Yewnan Aristoteles û Platon bi ramaniyeke xurt şano şîrove dikin.

Dûre her ku jiyan pêşve diçe ramaniya şano û dirûşma wan salan tê guhertin.

Ramana şanoya di dema Romê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di ramaniya Romê de ne ew tirs û xofên berê ne jî ew jiyana wê dinê bikêr tên. Li ser tevgera jiyana mirov a vê dinê rawestin û hawîrdora Deryaya Navîn bi şer digirin û di jiyanê de peleki nû vedikin. Gelek jî di bin tesîra Şanoya Yewnanî de dimînin û di warê exleq û civakî de şano pêşdixin. Di wê demê de pisporên Romê Horatius Plautus û Cicero gelek keda xwe didin, lê dema ku Imperatoriya Romê perçe dibe olperestên Romê zordestî li şano dikin, karê şano ditefînin û nahêlin pêş ve biçe[çavkanî hewce ye].

Şanoya di dema Ronesansê de (sedsalên 15em û 16em)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di vê demê de pisporên şano dijî tawanbariya dêrê berxwe didin û bi mijarên pêkenänê mijarên nû diafiranin û ji bo guhertina jiyanê pevçûneke xurt lidardixin; dibêjin ku şano ji bo pêşketin û guhertina mirov haceteka civakiye[2].

Şanoya di dema Klasîk de (sedsalên 17em û 18em)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî Şoreşa Fransayê li Ewropayê gelek netew xurt dibin. Ew dewlemendî karê şano li rex xwe pêş ve dibe. Ji bo ku di wê demê de gelek pisporên nû bi lêkolîn û afirandinên xwe bi nav û deng dibin, jiyanê diguherînin. Şano tê nivisandin, êdi ne tenê texlîdkirin, axaftin dikeve nav karê şano û rêgeh jî tê nûjenkirin[3]

Rewteka şanoya romantîk (sedsala 19em)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di vê demê de bi ramaniya siyasî a azad karê şano û rêgeha şano carekî din tê afirandin û şano bi jiyana civaki ji nû ve tixûbên xwe çê dike.

Rewteka şanoya rasterast (sedsala 20em)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pisporê Rus Stanislavski ji şano û lîstikvanên şano re qaîdeyên nû û bi hukmê zanistî rêgehekî din datîne holê û dixwaze bila ramaniya mirov û buyerên ku mirov dijî baş bête zanin.

Şanoya karkeran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew rêgeh bi taybetî bi ramaniya cinî a karkeran tê holê û dijî kedxwarî û koletiyê û bindestiyê durişmê mirovên bindest û rewşa gerdûni wek mijar digire destê xwe û dixwaze jiyana mirov serdest û bextewar be û wekhevî çêbibe, daku mirov hemû azad û serfiraz bijin.

Şanoya epîk-diyalektîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pisporê Elman Bertold Brecht ê hemdemi ramanî û rêgeha şano bi zanistiyên nû ve diafirîne û dibêje "Di jiyana mirov a civakî de şano ne bi tenê ji bo şox û şengê ye. Mirov dikare bi vî hacetî çanda xwe û dinê jî biguherîne."

Rewtekên şanoyê yên hevserdem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Fûtûrîzm
  2. Surrealîzm
  3. Şanoya bi armancên siyasi "ramyarî"
  4. şanoya nivîskî 'bi belge'

Rewtekên şanoyê li Kurdistan û Rojhilata Navîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pisporên zanyar li Rojhilata Navîn û Kurdistan li ser çar rewtekên sereke radiwestin[çavkanî hewce ye].

  • Şanoya di bin hukmê kevneşopiya gundiyan
  • Şanoya di bin hukmê ramaniya gel
  • Şanoya di bin hukmê kevneşopiya qesran
  • Şanoya di bin hukmê kevneşopiya rojava

Şanogehên Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Komên şanogeran li Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sazûmana şanoyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çawa ku ji bo wêne, muzîk û xebata sînemayê hin rêgeh û xusus hene, bi taybetî ji bo şano jî gelek tiştên sereta û bingehîn hene. Hemû jî mîna xelikên zincîran bi hevûdu ve girêdayî ne û hevûdu temam dikin. Rêxistina şano bi van dezgehan pêk tê;

  • Cîhê şano 'şanogeh
  • Rêvebir, 'mudur' û li rex wî ;
  1. Arşîv
  2. Pirtûkxane
  3. Kantîn
  4. Bandor 'efekt'
  5. Endezyarî 'teknîker'ji bo ronakkirina şanogeh
  6. Ji bo çêkirina nexş 'dekor' û ji bo dirûtina cil û coran
  7. Karkerên ji bo belavkirina billetan û ji bo nav û dengkirina lîstikê (pesn)..
  8. Wesemkirin û rûpoş (ji bo rengkirin ruyê lîstikvanan û guherandina rû rûpoş tê çêkirin..)
  1. Serkarê şanogeh; nivîskarê şano, lîstikvan û muzîkperwer.
  2. Nexşvan, wênevan

Lîstikek çawa tê şanokirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema mirov bixwaze lîstikeke şano bike, ev bi wan dezgeh û sazûmanên ku navê 'sazûmana şano' li jor hatiye nivîsandin, pêk tê.

Berî her tiştî pirtûkeke ji bo lîstika şano hatiye nivîsandin divê hebe. Di mijara pirtûkê de çend karakter hebin, li gor wan lîstikvan tên hilbijartin û rolê her lîstikvanî tê parvekirin. Bi xwendina pirtûkê lîstikvan têne lihevkomkirin û dest bi ceribandina rolên karakterên yek bi yek têne kirin. Dibe ku lîstik kevn be û li gor rojevê naverok ji nû ve tê guhertin. Lîstikvan tên ceribandin û çend dewsgir (lîstikvanek tê hilbijartinê ji dewsa lîstikvanekî din). Lîstik bi çi rêgehî tê afirandin, li ser biryar tê girtin (serkarî (rejî), nîvîskar, nexş, ronahî, müzîk, cil û rûpuş hemû tên ceribandin).

Pişt re bi pîvanekî teknîkî maketek (şiklê derewîn) tê çêkirin, proje bi temamî tê berbiçavkirin, daku lîstik amade be, piştre tê lîstin.

Li ser hunera lîstikvaniyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelek pisporên şano li ser jêhatin û merîfeta lîstikvanan ramaniyên têkuz derxistine holê, ji wan yek jî Anton Çexov e. Çexov dibêje ku „divê her tişt hêsan be, hemû bi hêsanî. Tiştê herî girîng û esasî ji bo şano; ne şexs, têkiliyên ku di nav wan de hene, bi wate ne. Xwepêşandan û lîstikek ne bi fêl û fendan, divê bi jiyaneke jindar bête ziman.“ Serkarekî Şanoya Rus, ê bi nav û deng Stanislavski : „Li ser avahî û şiklê şano guhertinên nû diafirîne û ji bo hunera lîstikvaniyê rêzên nû û daîm dirust dike.““ Pisporekî din bi nav û deng Bertolt Brecht: „Lîstikvanek dikare jiyana mirovan, a civakî bi rêgeha epîk li ser şanogehê bi hêsan bileyze. Ew rêgaha epîk mina Lîstiknavîn [şanogeriya di nav koma gel de ya bêperde, dik, dekor û suflor tê lîstin] (bi Tirkî dagaçlama, ortaoyunu) ew karakterê ku lîstikvan dixwaze bileyze bi xwe re nake xem. Destvala derdikeve meydana lîstikê, çalakiyên ku dixwaze pêk bîne bi vatiniyeke rehet li hev tîne. Çawa ku her yek axaftin axaftina dawiyê ye wisa diaxife û gotinên xwe bi livînên awiran û destan xweşik dike û ji ber xwe gotinan diafirîne û ji nişka ve bê ceribandin wan gotaran derbaz dike."

Bêguman di pêvajoya dîroka şanoyê de gelek pisporan xebata şano birêzkirine û ramanên xwe yên hêja di çarçova zanistiyê de pêşxistine. Karê şano di bin hukimraniya sazûmanên serdest de ev rêgeh ji xwe re kiriye armanc. Lê ji bin hukimraniya serdestan derneketiye, azad nebûye. Jiyan xwe nû dike û pêş ve diçe: bi awayê ramanî û civakî şanoya serdestan û ya bindestan raman û rewşa xwe û tevgera xwe diguhere.

Di hunera lîstikvaniyê de lîstikvan ne ew mirovê mêjûyê wî bi tiştên vala bê dagirtin e. Ew nikarin bi taybetî tiştên xwe yên şexsî wek bîr û baweriya xwe bikin hundirê lîstikê. Ew xetereke mezin ji bo jiyana civakî ye. Lîstikvan xwediyê du karakteran e; yek ew bi xwe ne, yê din di tevgera karakterekî din de biyanî ne. Brecht dibeje "yên kamraniyê fêr nakin û bi fêrkirinê nadin kêfkirin, karê wan li ser meydana lîstikê nîn e."

Peroş "Heyecan"[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema lîstikvanên nû derdikevin şanogehê diperoşin. Lê ew heyecan ji bo lîstikvanên gihîştî jî derbas dibe, ji ber ku dema lîstikvan derdikeve şanogehê rol xwe pêşkêş dike, bi xwe peroşdar dibe. Ew tirse, tirsa ku mirov ji xwe re dibêje : " ma ez dikarim van gotaran rast bêjim. Dibe ku hin hevokan ji bîr bikim. Ew reziliya min e!" Ji ber van sedemên psîkolojîk hemû lîstikvan diperoşin. Ji ber vê sedemê dengê wî/wê lîstikvanî/ê dilerize û qut dibe, dest û pî tên girêdan, tevgera awirên rû têne guhertin, bi xemgînî û wîrîna wî dişike. Lîstikvaneki patî li ser wan tiştên hatine ji bîrkirin ranaweste û di gel hevalê xwe yên lîstikvan bi gotereke nû lîstikê bihev girêdide û rolê xwe dileyze.

Qewimandinên ser laş (beden)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lîstikvanek dikare rolê xwe yê ku dewsa wî/wê şexsiyetê din de bi durişmê beden bi awirên rû û tevgera destan baştirîn biguhere. (Mînderekî bi pişta xwe girêde û xwe bul bike, dîsa bi minderê zikê xwe mezin bide pêşanîdan, bi solên bilind û nimiz xwe wek kulekek bike. Pêwistiya herî mezin jî axaftinek zelal û tevgera rû û dest û milan e.)

Endezyarî û hin ferasetên şano[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berê dora şanogehan bi hesinan hawîrdor dihate rekehkirin. Di dema Romê de mirovên dil û bende diavêtin hundirê rekehê û lawirên kuvî berdidan ser wan tu zirar nedigîşt temaşevanan.

Di rojame de zanyarên şano bi sê şiklan şanogeh bi rêz kirine.

  • Şanogehên tên û diçin. Mirov dikare li ser wan sê çar nexşan (dekor) pêk bine lê mixabin ew bi motoran dizivirin û bi dengin.
  • Yên dizivirin; bi hawirdorê xwe bi xwe deh metre dizivire û sê çavin û zêde kêr nayên
  • Yên asansorê; du qat li ser hev in, yek tê jor yê din dadikeve jêr.

Şanogeh bi awayekî din jî gilover e. Beranberî derenceyan temaşevan rudinin.

Perdeyên pêşruyê şano[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Şiklê Elmanan: yek perde ye û li hevûdu dipêçe û berbijor vedibe.
  • Şiklê Yewnanî: du perden ne û berbi çepê û ji aliyê rastê vedibe.
  • Şiklê Fransî: du perde ne, xwe li hevdipêçin û ji aliyê çep û rast ve ber bi jor vedibe.
  • Şiklê Îtalyanî: du perde ne, di navîn de ber bi jor ve vedibe.
Ronak (lambe)

Lambeyên ser nexşa şano de hene gelekin û navên wan bi taybeti ji zimanê Latinî tên. Ronakên pêş şanogeh hemû bi reng in. Ronakên li jor: tên livandin, dadikevin û bilind dikevin. Ronakên li erdê jî hene, nexşên binî ronî dikin. Hin ronak ji aliyên çep û rast ve ronahiyê didin şanogehê. Ronakek jî bi tenê ronahiya xwe ya gur dide ser xalekî. Çend projektorên mezin bi rojik in, mirov dikare ji dûr ve bi her awayi rohaniyê bide şanogehê. Ronakên bi bandûr ji bo dû, ewr, berf û avê ne.

  • Akustîk (deng): dema deng li ser dîwarên salona şano vedide.
  • Muzîk: hestên di lîstikê de peyda dibin, bi muzîkê tên nîşandan.
  • Suflor: ku lîstikvanek di lîstikê de rolê xwe û gotinên xwe ji bîr bike, yek ji paş perde bi dengekî nizm jê re gotinên wî dibêje.
  • Diksiyon: Hevok û bijartin û gotina hevokan.
  • Replik: her yek gotar ji axaftina lîstikvanan.
  • Marke: dema lîstikvanek bikeve pêş lîstikvanekî din wî/wê marke dike (winda dike).
  • Jest: bi tevgera dest û milan livînên bi wate.
  • Mimik: awir.
  • Ajitasyon: Axaftinên zîz.
  • Pandomîm: Lîstika bi muzîk û tevgera dest, mil, awir û rû ava dibe.
  • Deng: bûyera lerizînê ye.
    • dengê vekirî yê nerm
    • dengê vekirî yê hişk
    • dengê girtî yê nerm
    • dengê girtî yê hişk

Dengê mirovan du beş e:

  • Dengê rast û hişk
  • Dengê bi reng û rind

ew jî wek

    • Dengê trajîk.
    • dramatîk
    • komîk

her yek wek dengekî zirav, dengekî navin û dengekî nizm tê holê.

hînkirina lîstikvanan ji bo hin durişmên taybetî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo perçinandina axaftinê lîstikvan di hundirê poz de, di nav diranan de, nava lêvan de, gewreyê de, bi rêya bêhngirtinê deng derdixe. Ev deng hin caran bi hêrsketinê bilind dibe wek qêreqêr, hin caran jî nizm û tenik dibe, wek mirov pê bigirî, pê bikene, bi vi avayî dikare dengê xwe bi xwe kontrol bike.

Mînak ji bo kenandinê

Lîstikvan herfê "H" pêyhev dubare dike, herwek "HO""HÎ" Di hundurê poz de ku herfên "NGA" "NG" bê xwendinê deng ji poz de derdikeve di gewriyêde ji "HE""HÎ""HA""HI" û "HEY""HAY""HOY""HÛY" tê dubare kirin, di nav diranan de jî „paqij“ "tenduristî" û hwd. Hin gotin tên dubarekirin, lê hin qinik jî hene, bê wan kar nabe.

Dema dest bi karê şano tê kirin, di destpêkê de tevgera laş pêwist e, da ku ji jêr heta serî germ be. Bi wan livînên ling, dest, mil û tû û serî; lîstikvan dikare tevgera xwe, dengê xwe tevgera awir û ruyên xwe bi xwe qontrol bike. Ev hemû bi rêgeh û rêz pêk tên. Dema pêwist be, ji bo rolekî divê lîstikvan ji nişka ve li erdêkeve pêşde lingên xwe vedike û li ser enişka milê rast xwe diavêje erdê, dûre xwe gildî dike.

Dema bixweze rûnê, lingê rast an jî yê çepê di şunde dimîne. Giraniya laş tê mêzinkirin.

Wexta lîstikvanek di lîstikê de li ser şanogehê ye, divê pişta xwe ji temaşevanan neguhere. Dema lîstikvanek diaxife, yên din cihê xwe bigirin û dema ku dora wan hat ew li gor girîngiya rolên xwe biaxifin.Ti kes nikare li pêş lîstikvanekî raweste û divê her yek li ser şanogehê belav bibe. Durişmê lîstikvanan bi bizavên wan civane estetîk dibe.

Li Kurdistanê ji ber sedemên mêtingehkirinê, karê şano pêş neketiye, di bin desthilatiyê de sedsalên dirêj di bin bandora çanda wan de maye. Divê ronakbîr û hunermendên Kurd bi rêz û pivanên zanyarî li ser çand û hunera Kurdan lêkolin û lêgerînên xwe rêz bikin û sazgehên çandî bên avakirin, da ku her tişt ji nû ve were ceribandin. Şano wek wêje, sînema û hunerê destan yên din cek û haceteke girîng e ji bo tevgera gelê Kurd.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Theater | Definition, History, Styles, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
  2. ^ "Western theatre - The Romantic theatre | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
  3. ^ https://web.archive.org/web/20220710130926/https://www.bl.uk/romantics-and-victorians/articles/19th-century-theatre. Ji orîjînalê di 10 tîrmeh 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  • Lacos Egri "Hunera nivisandina şano"
  • Augusto Boal "Şano ji bo bindestan"
  • Sevda Şener "ramaniya şano"
  • Metin And "diroka şano"
  • Adalbert serger "maske û şikilguherandin"
  • Mamosteyên Dibistana lîstikvanan a ewlekariyê-berlin