Henry VIII: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Add 2 books for Wîkîpediya:Dirûvbarîtî (20230512)) #IABot (v2.0.9.4) (GreenC bot
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 30: Rêz 30:
Henry Fritzroy (nedadmend)
Henry Fritzroy (nedadmend)
}}
}}
'''''Henry VIII''''' (28 ê Pûşperê 1491 - 28 ê Rêbendanê 1547), Qralê [[Înglistan|Îngilîstan]]'ê. Henry, piştî bavê xwe VII. Henry, mîrê duyemîn ê Xanedana Tudor bû. Lê gava birayê wî Arthur mir, wî text girt. Ew bi şeş caran zewicandin û damezrandina Dêra Anglican, veqetandina Îngilîstanê ji [[Dêra katolîk|Dêra Katolîk]] a Roma'yê û bi tevahî Îngilîzîkirina wê tê zanîn.
'''''Henry VIII''''' (28 ê Pûşperê 1491 - 28 ê Rêbendanê 1547), keyê [[Înglistan]]'ê. Henry, piştî bavê xwe VII. Henry, mîrê duyem ê Xanedana Tudor bû. Lê gava birayê wî Arthur mir, wî text girt. Ew bi şeş caran zewicandin û damezrandina Dêra Anglîkanî, veqetandina Înglistanê ji [[Dêra katolîk|Dêra Katolîk]] a Roma'yê û bi tevahî Îngilîzîkirina wê tê zanîn.


== Salên pêşîn ==
== Salên pêşîn ==

Guhartoya 09:53, 17 gulan 2023

Henry VIII
Serwerî21 Avrêl 1509 - 28 Rêbendan 1547 (38 sâl)
Tackirin24 Pûşber 1509 (17 sâli)
Yê pêşîVII. Henry
Yê paşîVI. Edward
Jînenîgarî
Roja jidayikbûnê28 Pûşber 1491, Greenwich
Mirin28 Rêbendan 1547, London
Consort toCatherine ye Aragon'ê
HevserAnne Boleyn
Jane Seymour
Anne ye Cleves'ê
Catherine Howard
Catherine Parr
DînXiristiyanî
XanedanXanedanâ Tudor
BavHenry VII
DayikElizabeth ye York'ê
ZarokI. Mary

I. Elizabeth

VI. Edward

Catherine Carey (nedadmend)

Henry Carey (nedadmend)

Henry Fritzroy (nedadmend)

Henry VIII (28 ê Pûşperê 1491 - 28 ê Rêbendanê 1547), keyê Înglistan'ê bû. Henry, piştî bavê xwe VII. Henry, mîrê duyem ê Xanedana Tudor bû. Lê gava birayê wî Arthur mir, wî text girt. Ew bi şeş caran zewicandin û damezrandina Dêra Anglîkanî, veqetandina Înglistanê ji Dêra Katolîk a Roma'yê û bi tevahî Îngilîzîkirina wê tê zanîn.

Salên pêşîn

Henry zarokê sêyemîn û lawê duyemîn Henry VII û Elizabeth ye York'ê bû. Tenê sê ji şeş birayên Henry sax man; Mary Tudor, Arthur Tudor, û Margaret Tudor. Henry di 1494 de Duk yê York'ê hate ragihandin.

Zewaca yekem Arthur û mirina Arthur

Di 1502 de, birayê wî yê mezin Arthur ji nişka ve ji sedemek nediyar mir. Dema ku Henry VII di 1509 de mir, Henry VIII di 22 ê Avrêl 1509 de textê xwe girt. Piştî çend mehan, ew bi jina birayê xwe yê mirî, Catherine ye Aragon'ê re zewicî.

Jinên wi

Ji têkiliya Henry VIII bi Bessie Blount re, Henry Fitzroy ji dayik bû. Henry di şeş saliya xwe de bû Kont ye Îngilîz'ê, Duk ye Richmond'ê û Somerset. Du zarokên wî, Catherine Carey û Henry Carey; bi xanima duyemîn a naskirî ya Henry, Mary Boleyn re hebûn. Catherine Carey paşê bû bûkê xaltîka xwe, Keybanû Anne Boleyn. Henry, tê îdiakirin, ku têkiliyek bi Madge Shelton (pismamê Anne û Meryem) re hebû, ku di dema zewaca xwe de bi jina xwe ya duyemîn, Anne Boleyn re. Wî di heman demê de; Jane Seymour, jina xwe ya 3'emîn û diya Edward VI yê, yarikê xwe kir dema ku hîn jî bi Anne re zewicî bû. Ji ber vê sedemê, tê îdiakirin ku ew û Anne di dema zewaca xwe de gelek caran nakok kirine. Di heman demê de; jina wî ya pêncemîn, Catherine Howard, berî ku dev ji Anne ye Cleves'ê berde, bû mîrê wî.

Reformasyona Îngilîzî û zewaca duyemîn

Catherine ye Aragon'ê

Henry di dema zewaca xwe ya bi Catherine ye Aragon'ê re şeş zarokê wi çebûn. Lê tenê keçek, Princess Mary, sax ma. Qral, ji hezkirina xwe ya ji Anne Boleyn re bandor bû, xwest ku zewaca wan bi Catherine ye biqedîne, bi hinceta ku zewaca wan nifir û betal e, ku Catherine nikare kurek bîne. Lêbelê, biraziyê Catherine, Împerator Charles V yê Spanyayê, bi tundî li dijî daxwaza Henry derket. Piştî ku nêzî şeş salan ji bo jinberdanê têkoşîn kir, Henry dêra Anglicanîzmê bi Reformasyona Îngilîzî re damezrand û zewaca xwe ya yekem betal ragihand. Di sala 1533 an de bi Anne re zewicîn û zewaca wan 3 salan domand. Yekane zaroka ku ji zayîna Anne sax maye, Elizabeth I ye.

Ketina hespê

Di 1535 de, dema ku Henry fêr bû ku Anne bi zarokê xwe yê mirî ducanî ye, wî cejn û şahî organîze kir. Ew jî beşdarî van şeran bû, lê ji hespê ket û bi giranî birîndar bû. Birînek li ser lingê wî yê rastê vebû, heta ku mir û bêhneke gemar jê derdiket. Piştî birîndarbûna Padîşah, zarokek di zikê pîreka wî Anne de jiberçûyî bû û bû sedem ku Padîşah bawer bike ku zewacâ wi karekî sêrbaziyê ye.

Anne Boleyn

Xenaqkirina Anne

Anne Boleyn di sala 1536 an de; ji ber ku zinêkarî, xayîntî û ensest kir, bi 5 kesan re ku di nav wan de birayê wê George Boleyn, Viscount ye Rochford'ê jî hebû, hat girtin û dadgeh kirin. Di gel nebûna delîlên têr li dijî wî di van hemî mijarên ku ew li ser hatine darizandin, dîsa jî ew bi îdamê hate mehkûm kirin û di 19 ê Gulana 1536 an de, du roj piştî birayê wî George, li Barû ye London'ê hate îdamkirin. Di nav kesên ku bi George re hatine îdamkirin; Henry Norris, Beg Francis Weston, Beg William Brereton û Mark Smeaton hene.

Jidayikbûna lawmîr

Malbatâ Henry VIII (Ji çepê ber bi rastê; Prince Edward, Henry VIII, Jane Seymour)

Henry, 10 roj piştî xenaqkirina Anne, bi Jane Seymour re zewicî û Keybanû çend meh şûnda ducanî bû. Lawmîr Edward di 12 ê cotmeha 1537 an de, ji dayik bû. Jane, di 24 ê cotmehê de, 12 roj piştî zayînê mir.

Salên dawî

Di 1540 an de, çar sal piştî mirina Jane, Henry bi Anne ye Cleves'ê re zewicî û ew piştî şeş mehan zewaca hevdu berdan. Henry, di heman salê de bi pismamê Anne Boleyn, Catherine Howard, re zewicî. Piştî ku du salan bi Catherine Howard re zewicî, ku sî sal ji wî piçûktir bû, wî Catherine ji ber zînayê bi Thomas Culpeper û Francis Dereham re girt û ew bêyî darizandin xenaq kir. Di nav kesên hatin xenaqkirin de; jina George Boleyn, Jane Boleyn jî hebû. Henry, salek şûnda bi Catherine Parr re zewicî û heya mirina xwe bi Catherine re zewicî ma.

Zarokên wan

Catherine ye Aragon'ê

Henry Tudor (1 Rêbendan 1511 - 22 Reşemî 1511), (52 rojîn)

Keçek bênav (31 Rêbendan 1510) mirî hatiye zayîn.

Lawê bênav (17 Rezber 1513) piştî zayînê demeke kin mir.

Lawê bênav (Mijdar 1514) piştî zayînê demeke kin mir.

Mary I (18 Reşemi 1516 - 17 Sermawez 1558) Qraliyeta Îngilîstan û Îrlandayê ji Tîrmeha 1553'an heta mirina wê di 1558 an de.[1]

Keçika bênav (10 Mijdar 1518) di meha 8 an a ducaniyê de mirî ji dayik bûye an jî herî kêm hefteyek jiyaye

Elizabeth Blount

Wê zarokê tenê yê nedadmend anî dinyayê, ku kurê Henry dihat hesibandin.

Henry FitzRoy (15 Pûşber 1519 - 23 Tîrmeh 1536) nedadmend; ji hêla Henry VIII ve di 1525 de hate pejirandin.

Anne Boleyn

Elizabeth I (7 Rezber 1533 - 24 Adar 1603) ji 17 ê Mijdarê 1558 an heta mirina wê di 1603 an de Qraliyeta Îngilîstan û Îrlenda'yê bû. Elizabeth serwera dawîn a Xanedanâ Tudor bû û carinan "Qraliya Dûşîze" hat binav kirin.

Lawê bênav (1534) jiberçûyî.

Lawê bênav (1535) jiberçûyî. [2]

Lawê bênav (29 Rêbendan 1536) zarokek, ku tê bawer kirin, di meha çaremîn a ducaniyê de hat jiberçûyî

Jane Seymour

Edward VI (12 Cotmeh 1537 - 6 Tîrmeh 1553) ji 28 ê Rêbendana 1547 an heta mirina xwe di 1553'an de Qralê Îngilîstan û Îrlandayê bû.

Çavkanî

  1. ^ Starkey, David (2003). Six wives : the queens of Henry VIII. London: Chatto & Windus. ISBN 0-7011-7298-3. OCLC 52312744.
  2. ^ Starkey, David (2003). Six wives : the queens of Henry VIII. London: Chatto & Windus. ISBN 0-7011-7298-3. OCLC 52312744.