Çêjegopke

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çêjegopke, gopkeyên çêjê an jî gopkeyên tamê, pêkhateyên bi şeweyê hêlkeyî ne, kar dikin ji bo nasîna çêja xurekan.

Cihê çêjegopkeyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hinek ji çêjegopkeyan di nav goçkeyan de cih digirin.

Piraniya çêjegopkeyan li ser rûyê ziman, di nav goçkeyan de cih digire.[1] Goçkeyên kivarkî (bi latînî: fungiform papillae) li ser rûyê ziman li aliyê pêş de cih digirin. Goçkeyên çeperkirî (bi latînî: circumvallate papillae) li aliyê paşê rûyê ziman de cih digirin. Goçkeyên pelî (bi latînî: foliate papillae) jî li herdu kêlekên rûyê ziman de cih digirin.[2] Ji xeynî nav goçkeyan, li esmanê dev, li gewrî, li beşa jor a soriçikê jî çêjegopke hene.[3]

Pêkhateya çêjegopkeyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Laşê mirov bi qasî 10000 çêjegopkê lixwe digire.[1] Çêjegopkeyek ji sê cor xaneyan pêk tê; xaneyên palpişt, xaneyên binçîne û xaneyên çêjewergir. Di nav çêjegopkeyê de ji van hersê coran bi qasî 50 heb xane heye.[4]

Xaneyên çêjewergir, kîmîkewergir in, lê demarexane nîn in. Bi eslê xwe çêjewergir xaneyên rûkeş in, lê ji boy erkê çêjtinê şêweyên wan hatiye guhertin.[5] Ji parzûna xaneya çêjewergiran pêkhateyên mîna kûlkan dirêj dibin ji van pêkhateyan re wirdememîleyên çêjtinê an jî hin caran kûlkên çêjtinê tê gotin.[6] Kûlkên çêjtinê ji derîçeyek çêjegopkê ber bi rûyê ziman ve dirêj dibin, ji vî derîçeyê re kunika çêjê tê gotin. Kotahiya xaneya çêjewergir bi demarexaneya hestê re gehînke ava dike.[7]Xaneyên binçîne, bi eslê xwe xaneyên bineretî ne. Temenê xaneyên çêjewergir bi qasî 10 roj e, xaneyên bînçîne li dewsa xaneyên çêjewergir ên mirî, çêjewergirên nû çêdikin.[6]

Rêbaza wergirtina molekula çêjdar li çêjegopkeyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di laşê mirov de bi qasî 10000 çêjegopke heye.

Çêjegopkê li her aliyê rûyê ziman de cih digirin, bi vî awayê her beşa rûyê ziman dikare hemû corên taman nas bike. Ango, bi eslê xwe li ser rûyê ziman de ji bo çêjek taybet, beşek taybet nîn e.[2] Ji ber ko di nav çêjegopkeyek de gellek ji xaneyên çêjewergir heye, çêjegopkeyek jî ne tenê çêjek, lê pirtir cor çêjan dinase. Lê her xaneyek çêjewergir, taybet e ji bo corek çêjê.[2]Wirdememîleyên xaneyên çêjewergir di nav lîkê de dirêj dibin, bi vî awayê molekûlên çêjdar bi hêsanî rastê xaneyên çêjewergiran tên. Çawa ko têgihiştin û şîrovekirina hestê bînînê bi têkilbûna sê rengan; rengê kesk, şîn û sor peyda dibe, şîrovekirin û têgihîştina tamê jî bi yekgirtina hin çêjên serekî çêdibe. Pênc cor çêj ji aliyê çêjewergiran ve tên nasîn. Evana; şîrîn, tirş, şor, tal û umamî ye.[8] Ji bo rûdana hestê çêjkirinê, divê molekulên çêjdar ên di nav xurekan, di nav lîkê de bi têra xwe bihele û di kunika çêjê de derbasî nav çêjegopkeyê bibe, li wir rastê wîrdememîleyên xaneya çêjewergiran were. Ji molekulên çêjdar, molekulên ji bo çêja tirş û şor bi navbeynkariya cogên îyonan, raste rast ji parzûna xaneyê derbasî nav xaneya çêjewergir dibin. Çêja şor ji ber xestiya îyonên sodyumê, çêja tirş jî ji ber xestiya îyonên hîdrojenê peyda dibe. Ev herdu cor îyon jî dibin sedema berevajîbûna cemsergiriya xaneya çêjewergir. Molekulên ji bo çêja tal, şîrîn û umamî, peşî bi wergirên taybet ên li ser parzûna xaneya çêjewergir ve tên girêdan. Evan wergiran, wekî “wergira bi proteînên-G ve girêdayî “ tên navkirin. Bi wergiran ve girêdana molekulên çêjdar, di nav xaneya çêjewergiran de rêzereaksiyon dide dest pêkirin, bi vî awayê berevajîbûna cemsergiriya xaneya çêjewergir rû dide. Piştî berevajîbûna cemsergiriyê, xaneyên çêjewergir, demareguhêzer der didin û demarexaneya hestê çalak dikin.[9] Bi çalakbûna demarexaneya hestê, ragihandinên ji molekulên çêjdar, bi şêweyê demareragihandin ber bi talamusê, ji wer jî ber û tûkila mejî ve tên şandin. Têgihîştina çêjê di navenda çêjtinê ya tûkila mejî de peyda dibe.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  2. ^ a b c Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  3. ^ Witt, M. and Reutter, K. (2015). Anatomy of the Tongue and Taste Buds. In Handbook of Olfaction and Gustation, R.L. Doty (Ed.).https://doi.org/10.1002/9781118971758.ch29.
  4. ^ Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  5. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  6. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  7. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Taste bud [1]
  8. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  9. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.