A Tale of Two Cities (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Çîroka Du Bajaran hat beralîkirin)
A Tale of Two Cities
A Tale of Two Cities Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Berhema wêjeyî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bergê çapa yekem ê pirtûkê, 1859
Welat
ZimanInglîzî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema weşandinê1859 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nivîskar
Wêneçêker
  • Hablot Knight Browne Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Weşanxane
  • Chapman and Hall Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
CureRoman Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ŞêweHonaka dîrokî û social problem fiction Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê çîrokê
Rêza yekem
It was the best of times, it was the worst of times, it was the age of wisdom, it was the age of foolishness, it was the epoch of belief, it was the epoch of incredulity, it was the season of Light, it was the season of Darkness, it was the spring of hope, it was the winter of despair. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêza dawî
It is a far, far better thing that I do, than I have ever done; it is a far, far better rest that I go to than I have ever known. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Little Dorrit Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

A Tale of Two Cities ("Çîroka du bajaran"), romanek e ku ji aliyê Charles Dickens ve di sala 1859an de hatiye nivîsandin. Mijara wê li ser çendîn bûyer e ku di gav û beriya Şoreşa Fransayê de li Parîsê qewimîne. Bi hejmara firotina wê ya li ser 200 milyonê ve ew di nav berhemên wêjeyî yên herî navdar ên hemû deman de ye.[1]

Roman, qala rewşa gundiyên fransî yên ku pêşengiya şoreşê kirine û bi salane ji aliyê torinan ve tehde dîtine, û li hemberî vê jî di salên nêzîk ên şoreşê de havîtiya ber bi torinan ve û manendiyên di navbera civakademê de ne, dike. Ligel van bûyeran, ew jiyana çend karakteran jî qal dike. Charles Darnay û Sydney Carton karakterên herî girîng in. Darnay her çiqas zadeganekî fransî be jî xwediyê kesayetiyeke dilpak e û li ber bindestan e lê ew rastî xişma şoreşê tê. Îcar Carton jî parêzer e û ji jina Darnayê re evîndar e lê ev evîn yekalî ye. Di heman katî de jî ew xwediyê kesayetiyeke xerab e.

Mijara wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dr. Manetteyê ku li Parîsê di girtîgehekê de bêtawan 18 sala xwe derbas kiriye û bi alîkariya hevalekî xwe filitîye, wexta ku bi keça xwe re ji Londonê vedigere, bi Charles Darnay re hev nas dikin. Piştî vê hevnaskirinê Darnay û Luciayê ku keça Dr. Manetteyê ye, li hevdû evîndar dibin. Di pirtûkê de jî qala bandorên şoreşa Fransayê yên li ser jîn û zewaca Charles Darnay û keça Dr. Manetteyê tê kirin. Pirtûk guhêrkên giyanî yên van mirovan digire destê xwe. Di heman katî de jî di pirtûkê de em dikarin ku pêrgî gelek eserên dîrokî bibin.

Darêjên bûyerê û pêwendiyên bi hev û du re, di romanê de meraqa xwendevanê heta rûpela dawî didome.

Charles Dickens wexta ku vê romanê dinivîsand, di nava gelşên ku wekî gelşên Charles Darnay, de bû. Ji ber vê yekê destpêka nav û paşnavê Charles Dickens û destpêka nav û paşnavê Charles Darnay wek hev in.

Bandorên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nivîskar armanc kiribû ku behsa êşa hezar mirovên bi giyotînê serê wan hatibûn jêkirin û rêzikên monarşiyê ku li derdora welatê kiribûn gola xwîn, bikira. Li hemberî vê jî xelk bi zagonên derew biryara îdamê didan arîstokratan. Yanê yên ku dikuştin, ji vê pê ve dihatin kuştin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]