Çandgeha çayê ya Happy Valley

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çandgeha çayê ya Happy Valley
  • Tea plantation
  • gundê li Hindistanê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çandgeha çayê ya Happy Valley, Darjeeling, Hindistan
27°02′54″Bk 88°15′05″Rh / 27.04829°Bk 88.25142°Rh / 27.04829; 88.25142
DewletHindistan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Darjeeling Pulbazar community development block Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe1310 (2011) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Çandgeha[1] çayê ya Happy Valley (bi inglîzî: Happy Valley Tea Estate, bi bengalî: হ্যাপি ভ্যালি চা বাগান), plantasyoneke çayê li devera Darjeeling a Bengala Rojava a Hindistanê ye. Ev çandgeh di 1854an de hate sazkirin û yek ji plantasyonên herî kevn ên Darjeelingê ye. Happy Valley ji 177 hektar erd pêk tê û bilindiya wê 2.100 m ye ji rûyê deryayê. Warê çandgehê dikeve sê kîlometre li başûrê Darjeelingê. Pitirî 1500 karkerên vê çandgehê hene.

Şirketa DOTEPL[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwediyê vê plantasyonê û hin çandgehên çayê yên din ên vê deverê şirketa DOTEPL (Darjeeling Organic Tea Estates Private Ltd) e û li Ambootia, Changtong, Happy Valley, Monteviot, Moondakotee, Mullootar, Nagri, Noorbong, Sepoydhurah (Chamling), Sivitar, Rangmook Ceder, Rangaroon, Pandam û Aloobari çayeke organîk a bi nav û deng çêdikin[2].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Abdurrahman Önen (2008). Ferhenga erdnîgariyê. Doz, Stembol.
  2. ^ "The Finest Organic Teas". Our Evergrowing Family. Darjeeling Organic Tea Estates Private Ltd. Ji orîjînalê di 22 kanûna paşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 sibat 2020.