Çapa qewartinê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çapeke qewartinê (1836)
Çapeke qewartinê li ser dar, bi destê Nîkolay Dmîtrevskî di 1934'an de hatiye çêkirin
Preseke kevnare ya destî ya ku ji bo çapkirina qewartinê hatiye bikaranîn

Çapa qewartinê, qewartinçap, an jî gravur azîneke grafîkî ye.

Ev metoda herî kev ya çêkirina grafîkan e ku mijar an jî nîgara grafîkê wek muhrekî li ser materyalên wekî dar, (di dema me da) lînoleum (ku ew bi xwe jî madeyekî plastîk e) û tiştên bi vî rengî têne kolandin û qewartin, ji viya re “qalib”, “mak” an jî “deq” tê gotin, paşê bi bageranekî plastîk an jî kauciq yê ku ne zêde nerm e, ev maka hanê bi hibra çapxaneyî tê hibirkirin û paşê jî ev maka hibirkirî li ser kaxid tê çapkirinê. Berhema grafîkî ne ew mak e, lê ew nîgar e ku li ser kaxid hatiye çapkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]