Çekem (dar)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çekem
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Parçe: Pinophyta
Çîn: Pinopsida
Kom: Pinales
Famîle: Cupressaceae
Cins: Juniperus
Cure: J. sabina
Navê zanistî yê latînî
Juniperus sabina
L.

Çekem (bi latînî: Juniperus sabina) cureyekî dara merxê ya binkî ya gerûya û başûra Ewropa û rojava û gerûya Asya ye. Li bilindiyê di navberê 1.000 û 3.300 m diçê. Çekem dareke tim kesk e û pelên xwe naweşîne. Li Kurdistanê bi taybetî zozanên bilindên serhedê de çekem zehf hêşîn dibe.

Bijişkî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çekem ji ra rind e. Ava ku teva pelçên çekemê kelî bera teştan didin û şivên ku ji darê çekemê jêkirin li ser didin hev. Mirovî bawi tê xwe li ser dirêj dike û lihêfekê digirin ser. Nexwaş dibin lihêfê da xu dide. Li wir hetanî demekê dimîne. Rin xudide. Paşê kincên xwe li xwe dike û dihere vehesî dike. Bi vî karî ra dibên ketina çekemê. Dixwaze ku mirovî di çekemê de bol bol avê vexwe ku ava ku ji bedenê çûyî qerebû bike.