Here naverokê

Çelikan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Celikan (bi tirkî: Yeşilyurt) gundekî navçeya Qûlekiyê Kulu ya bajarê Qonyeyê ye.

Gundê Yeşilyurt di sala 1880'an de ji hêla eşîreta Celikan ve hatiye avakirin, ku bi xwe şaxek ji konfederasyona eşiretên Reşwan e . Malên ku pêşîn bi cih bûne, Malê Ranê, Malê Simê, Malê Nêyîb, Malê Tûmikî, Malê Selmên, Malê Avsef, Malê Çêwîş, Malê Gûllê, Malê Şihelî, Malê Newê û yên din.

Hoza Celikan hozek kurd, kirmacîaxêv û şaxek ji konfederasyona êla reşiyan e. Di nava Celikiyan de ji aliyê dîn ve fire-bawerîtî heye. Henêfî û Elewî di nava wan de hene.

Şerefname û Hoza Celikan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mîrê Xawênşikû Mîr Şerefxanê Bêdlîsî pirtûkek li sala 1597 nivîsandiye û ev pirtûka xwe gaziyê dîroka Kurdistanê kiriye. Cara ewil navê hoza celikan di pirtûka wî de radibire. Ew gava navê hozên kurdî hildijimêre di nava wan de hoza celikan jî heye.

Mîrîtiya Heskîfê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Keleha Heskîfê bi bilindiya 150 metro ye û dêzeke şût û asê ye. Di binê dolivgeriya wê de çar herêm hene. Van Sêrt, Bişêrî, Tor û Erz in. Li van deverinan 13 hozên kurdan dijîn. Ew hoz ev in:

Aşitî, Mihelmî, Mihronî, Becnewî, Sîtakî, Îsterkî, Gurdilê Bic, Gurdilê Mez, Reşan, Kêjikî, Cêlikî, Xindegî, Sehonî.

Weke em li jor dibînin, hoza celikan hem hozek kevn ango ji berê de hebûye, hem jî li her deverên Kurdistanê li ser mesela li Heskîfê dixuye.

Navê eşîra celikan bi fesalên biçewtî wisa jî wek `cellikanî`, `Celikanî`, `celikî`, `Celikan`, `çelikan` tê û hatiye nivîsandinê. Eşîra celikan şaxek ji konfederasyona eşîreta "Reşiyan" e, wekê me li jor jî dabaş kir. Lêbelê hem şaxên din ên êla reşiyan hem jî eşîra celikan ne tenê li Anadola Navîn dijîn, pê re jî li seranserê Kurdistanê jiyana xwe didomînin.

Ji bo navê vê hozê "Celkî, Celiko, Celika, Celkan, Cêleka, Cilkan, Çilkan, Çilkanî, Cilkanî, Çelikhan, Çelik, Çalkiran, Çîlkanî, Cola, Cilik" jî hatîye gotin.

Celikan: Navê hoza Celikan e ku navdêrek nefsî ye. Binema ji navekî kevn û neolîtîkî ê kesayetek bi navê Celo divêt hatibe biraştin ku Celik nasnav e û di raweya biç û andinê

Celikan: Navên gund û şehrên ji aliyê hoza Celikan de hatine ava kirin re tê gotin ku wargeh in e. Hûn dê li jêr jî bibînin bi dehan wargeh û cihên îqameyê yên ji aliyê hoza celikan ve avakirî hene.

Celikanî: Kesên ji gund û bajar û ji wargehên ji aliyê celikiyan ve hatine damezirandin.

Celikî: Kesên girêdayî vê eşîretê ,endamên hoza Celikan. Ne navê hozê bi xwe ye!

Celikiyan: Pirjimara peyrew û kesên girêdayî ên hoza ji Celikan rê têt gotin

Celikaniyan : Pirjimara wan kesan

Li vî gundî ango li li gundê Celikan ku navê wê bi tirkî ne bel e, gundekî li Erdîşa bi ser Wanê ve ye hewaleke wek Gundê Celikan ku tirkiya wê Kirkpinar e bi ser Qulekiya Qonyeyê ve ye diqewime. Li sala 1928an gava dûgela tirk nefergeliya dêrsa semyanên kurdî û guhartina navên gund û bajarên kurdan serfetihandibû, vî gundê bextreş ji pelîseya xwe ji vê heciland. Navê wî gundî guhartin, qinyat anîn ku ew çilkanî bi kurdî ji "çil kanî"yê tê . Girtin navê wî gundî bi tirkî kirin `Kirkpinar`. Navê gund ji hoza Celikan dihat û bi endamên gund re digotin "celikanî" ango ew kesên ji gundê Celikan.

Cihên Îqameyê yên Celikiyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gund (kurdî/tirkî) Navçe (kurdî/tirkî) Şehr (kurdî/tirkî)

1. Celikan jêr/yesilyurt -Qûlekî/Kulu -Qonye/Konya

2. Celikan jor/Kirkpinar –Qûlekî/ Kulu -Qonye/Konya

3. Hesar /Hîsar Qûlekî/Kulu-Qonye/Konya

4. Kûtiga /Kûtûkusagi -Cihanbeg Cihanbeylî Qonye Konya

5. Celikan /Eskibektaşli-Girûn/Gürün-Sêwaz/Sivas

6. Celikan /Sûrendal köyü -Çinar/Çinar -Amed/Diyarbakir

7. Celikan/Yagmurkuyusu köyü -Basê/Gûclûkonak-Şirnex/ Sirnak

8. Celikan/ tirkî ? - Navend /Merkez – Bêdlîs/ Bitlis

9. Celikan /Atlihan Köyü Şax/Catak Wan/Van

10. Celikan(komişîr) /Çelikhan - Semsûr/Adıyaman

11. Celikan /tirkî ?-Erdîş/Ercîş-Wan/Van

12. Celikan jêr û Celikan jor /Koçbaşı köyü – Mehmûdî/Saray – Wan/Van

13. Celikan/ Çelik köyü – Kerboran/Dargeçit – Mêrdîn/Mardin

14. Celikan ,Çola /Çalkiran köyü- Navend/Merkez Mamekî/Tuncelî

Derbarê celikiyên di nava tixûbên Îranê de dimînin de, di ên li Başûrê Kurdistanê dimînin de herwiha derbarê celikiyên li Sûrîyeyê jî tu agahiyên bijûn di destê me de tune ne. Digel vê yekê haya me heye ku çend gundên celikiyên êzdî bi navên "celikî, calikî, cillikî" li derdora çiyayê Şengalê hene. Herwiha li dûv agahiyên galagalî li tenişta bajarê Îsfehanê jî şaredêyek bi navê Celikan jî heye.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]