Here naverokê

Çemê Sîrwanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo maneyên din li Sîrwan binêre.
Çemê Sîrwanê
Çemê Sîrwanê
Cih
Dewlet Kurdistan û Iraq
Taybetî
Dirêjayî      445 km
Robar
Dev Rojhilata Kurdistanê
 - Cih Dîcle
biguhêreBelge

Çemê Sîrwanê (bi soranî: سيروان), çem û şaxekî Dîcleyê ye ku ji Rojhilata Kurdistanê derdikeve û bi giranî bi ser axayê Başûrê Kurdistanê ve derbas dibe. Çem bi tevahî 445 kîlometre dirêj e.

Navê çem bi kurdî û farisî "Sîrwan" e ku tê wateya "deryaya gurr" an "çemê qîrîn" û herwiha navê bajarekî kevnar e ku nêzîkî bajarê Îlamê bû. Dema ku çem bi çemê Tanjaro re li Bendava Derbendîxanê ya parêzgeha Silêmaniyê dibe yek, navê çem diguhere û wekî çemê Diyalayê tê binavkirin. Di serdemên sasanî û destpêka îslamî de, rêça jêrîn a çem, beşek ji Kanala Nehrewanê pêk dianî.

Çem li nêzîkî bajarê Hemedanê di rêzeçiyayên Zagrosê dest pê dike. Di nav çiyayan re dadikeve û bi qasî 32 kîlometre sinorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê çêdike. Di dawiyê de li jêrî Bexdayê diherike nav Dîcleyê. Ji ber rêyên teng ên Diyalayê, geşt û guzara çem rêyeke girîng a bazirganiyê di navbera rojhilat û başûr de peyda dike.

Di Dîrokên Hêrodotosê de ev çem bi navê Gyndes tê behskirin ku tê de te gotin ku padîşah Kûruşê Mezin, piştî ku hespekî wî yê spî û pîroz li vir miriye ku bi kolandina 360 kanalan wekî cezayek vê çemê belav kiriye. Piştî ku kanal di bin qûmê de winda bûn, çem vegeriya astên xwe yên berê. Şerê Çemê Diyalayê di sala 693yê b.z. de di navbera hêzên împeratoriya asûr û elamiyên başûrê Îranê de pêk hatiye.

Li Rojhilata Kurdistanê Bendava Daryanê, li nêzîkî Daryanê bi ser parêzgeha Kirmaşanê, niha di asta çêkirine de ye. Armanca bendavê ev e ku beşek girîng ji çem bi rêya Tunela Veguhestina Ava Nosûdê ku bi qasê 48 kîlometre dirêj dibe, ji bo avdanê ber bi başûrê rojavayê Îranê ve biguhezîne û enerjiya hîdroelektrîkê hilberîne.[1] Li Herêma Kurdistanê, çem pêşî digihîje Bendava Derbendîxanê ku enerjiya hîdroelektrîkê çêdike û avê ji bo avdanê hildigire. Piştre dîsa ku ji bo heman armancan were bikar anîn ber bi Bendava Hemrînê ve diherike. Li Geliyê Diyalayê yê jêrîn li nêzîkî Bexdayê çem ji aliyê Bendava Diyalayê ve tê kontrol kirin ku lehiyan kontrol dike û herêma bakur-rojhilatê Bexdayê av dide.

  1. ^ "Darian Dam" (bi farisî). Iran Water Resources Management. Ji orîjînalê di 24 çiriya pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 gulan 2013.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Çemê Sîrwanê de hene