Çermo

Gundê Neolîtîk Çermo li Başûrê Kurdistanê.
Bermayiyên kolandinên sala 1948-1955an ku ji aliyê Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Chicago ve hatine kirin
Map

Çermo yan jî Cihwarê Arkeolojîk a Çermo, cihwarekî arkeolojîk a pêşdîrokî ye ku li Başûrê Kurdistanê ya îro û li quntara Çiyayên Zagrosê ye. Cihwarê arkeolojîk bi bilindahiyek 800 mêtre ji asta deryayê bilindtir e û di kemberek ji daristanên berû û fistiqê de ye. Cihwarê Çermo di korta Çemê Adhaîm de ye. Di kolandinan de derketiye holê ku Çermo civakek çandiniyê ku dîroka wî ji sala 7090 salên berî zayînê vedigere. Çermo bi berfirehî bi şûnwarên din ên girîng ên neolîtîk ên wekî Erîhayê ku li Başûrê Şam ye û Çatal Hüyük a ku li Anatolyayê ye, hemdem e.

Kolandin û lêkolîna li Çermo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cihê destpêkê di sala 1940an de ji aliyê Midûriyeta Îraqî ya Cihwarê Kevnar ve hate dîtin û paşê ji aliyê arkeolog Robert Braidwood ve ji Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Chicago re hate pêşniyarkirin. Robert Braidwood di wî demê de li cihên guncaw digeriya ku li ser bingehên Şoreşa Neolîtîk lêkolîn bike.[1] Braidwood di sê demsalên 1948, 1950-51 û 1954-55an de wek beşek ji bernameya Başûrê Kurdistanê-Çermo xebitî; Kampanyaya çaremîn a ku di salên 1958-59an de dihat kirin ji ber Şoreşa 14ê Tîrmehê ya Iraqê, pêk nehat. Di dema kolandinê de li Çermo ya di 1954-55an de, Braidwood ji bo cara yekem lêkolîna piralî bikar anî. Bi vî hewlê lêkolînên jibo zelalkirina koka kedîkirina nebat û heywanan lêkolîn kir. Di nav tîma wî de erdnas Herbert Wright, paleo-botanîst, Hans Helbaek, pisporê pottery û radio-carbon dating, Frederic Mason û zoologist, Charles Reed û hejmarek arkeolog hebûn. Pişt re rêbaza navdîsîplînî di hemî karên qadên girîng ên arkeolojiyê de hate bikar anîn.

Gundê Çermo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Amûrên xemilandinên kesaneyên ku li gundê Çermo hatine dîtin
Qada heyva bi adan, li dora 7500 salên b.z.ê ku cihên serekeyê wargehan diyar dike. Çermo yek ji cihên girîng ên serdema neolîtîk a Pre-Pottery ye. Herêma Mezopotamya ya xwerû hê ji aliyê mirovan ve nehatibû rûniştandin.

Di kolandinan de gundekî piçûkê ku bi rûberek ji 12.000 heta 16.000 m² ye, derketiye holê ku ji hêla karbon-14 ve ji bo 7090 salên b.z.ê, ji bo astên herî kevn û ji bo 4950 salên b.z.ê ya herî dawî hatiye dîrok kirin. Tevahiya lêkolîna qadê ji diwanzdeh astan pêk tê. Çermo bi du niştecîhên neolîtîk ên kevintirîn re bi awayekî hemdem bi Erîhayê re yan jî di qonaxa neolîtîk a Şanîdarê re dixûyê. Xala bilind dibe ku di navbera salên 6200 û 5800 b.z.ê de be. Ev gundê biçûk ji bîst û pênc xaniyan pêk tê ku bi dîwarên kerpîçan û banên heriyê yên bi tavê hişkbûyî ku li ser bingehên kevirî, bi plansaziyeke sade ya ji erdê hatiye kolandin. Xaniyên gund gelek caran hatine nûjen kirin yan jî ji nû ve hatine ava kirin. Bi tevayî, nêzîkî 150 kes li wî gundî jiyan kirine, eşkere ye ku gund rûniştgehek mayînde bûye. Di qonaxên berê de serdestiya tiştên ku ji kevir, silex-bi şêwazên kevntir - û obsîdyan hatine çêkirin, heye. Bikaranîna vê madeya paşîn a ku ji herêma Gola Wanê ya bi dûrayiya 200 kîlomêtran hatiye bidestxistin, destnîşan dike ku ji berê ve hinek awayên bazirganiya birêxistinkirî hebûn, her weha hebûna şêlên xemilandî yên ji Kendava Besrayê jî hene. Di asta herî kevn de Sêlik hatine dîtin ku jibo avgirtî be bi zîftê hatine çêkirin, li herêmê bi hêsanî peyda dibin.

Çandinî û ajalkarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Karên çandiniyê bi hebûna dasên kevirî, birîn, tas û tiştên din, ji bo çinîn, amadekirin û depokirina xwarinê û her weha bi keriyên mermerê yên xêzkirî ve tê pejirandin. Di qonaxên paşîn de amûrên ku ji hestî hatine çêkirin, bi taybetî amûrên qutkirinê, bişkok û kevçî hatine dîtin. Lêkolînên din nîşan didin ku li gundê Çermoyê genimê du cureyên emmer û eynkorn, cureyekî ceh û nîskê yên seretayî, çandine. Di nav xwarinên gundiyan û ajalên wan ji cureyên riwekên kovî, binî, bihişk, tovên kerban, fistiq û genimê kovî pêk dihat. Delîlên berdest didine nîşan ku niştecihên cihwarê gundê Çermo bizin, pez û kûçikan kedî kirine.

Wêne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ 1909-2003., Braidwood, Linda S., (1983). Prehistoric archeology along the Zagros flanks. OCLC 938410048. {{cite book}}: |paşnav= sernavekî bi reqaman bi kar tîne (alîkarî)CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)