Çiyayê Kazbegê

Çiyayê Kazbegê
Çiyayê Kazbegî
Bilindayî          5054 m
Cih Gurcistan & Rûsya
Zincîreçiya Qefqasya
Koordînat 42°41′49″Bk 44°31′08″Rh / 42.6969°Bk 44.5189°Rh / 42.6969; 44.5189
Nexşeya cihan Rûsya
Çiyayê Kazbegê li ser nexşeya Rûsya nîşan dide
Çiyayê Kazbegê
Çiyayê Kazbegê
Cure Zincîreçiya

Çiyayê Kazbegê, stratovolqaneke razayî ye û yek ji çiyayên sereke yên Qafkasyayê ye ku li ser sînorê Rûsya û Gurcistanê ye. Çiyayê Kazbegê beşek li herêma Osetyaya Bakur a Rûsyayê ye û beşek li navçeya Kazbegî ya Gurcistanê ye.[1]

Çiyayê Kazbegê yek ji 10 lûtkeyên herî bilind ên Rûsyayê ye û lûtkeya herî bilind a sêyem a li Gurcistanê ye. Kazbeg piştî Çiyayê Şihara û Çiyayê Janga lûtkeya heftemîn a herî bilind a Çiyayên Qefkasyayê ye. Çiyayê Kazbegê di heman demê de piştî Çiyayê Elbrusê duyemîn lûtkeya herî bilind a volkanîk a Qefkasyayê ye. Lûtke rasterast li rojavayê bajarê Stepantsminda ye û taybetmendiya erdnîgarî ya herî berbiçav a deverê ye.

Nîqaşa li ser navê Kazbegê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê Kazbegê bi nîqaş e. Hinek îddîa dikin ku navê wî li ser navê esilzadeyekî çerkez e ku li ser wê jiyaye, îdîa din jî ew e ku navê esilzadeyê herêmê Dimitri Chopikashvili (bapîrê nivîskarê gurcî Aleksandre Kazbegî) ye ku navê "Kazgeb" ji padîşahê Gurcistanê Erekle II wergirtiye. Peyva "Kazbek" bi zimanê Kabardî tê wateya "Esilzade". Ev sernav di sedsala 17an de di dema serdestiya padîşahê Gurcistanê Rostom de derketiye holê. Navê çiyayê li Gurcistanê, Mkinvartsveri ye tê wateya "Lûtkeya qeşayê" yan jî "Lûtkeya sar". Navê Vainakh Bashlam wekî "Çiyayê Helandî" tê wergerandin.

Cîh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kazbek li ser rêzeçiyayên Xoxê ye ku zincîreyek çiyayî ye ku dikeve bakurê rêzeçiyayên Qafkasya Mezin û ji hêla Geliyê Ardon û Terek ve tê perçe kirin. Li perê Kazbegê ya rojhilat, rêya leşkerî ya Gurcistanê di derbaza Darialê re ku bi bilindahiya 2.378 mêtre bilind e, derbas dibe.[2] Çiya bi xwe li kêleka Rêça erdhejê ya Borjomî-Kazbegî (ku li bakurê Anatoliya Bakur e) cih digire. Herêm ji hêla tektonîkî ve pir çalak e ku bi gelek erdhejên piçûk bi awayekî rêkûpêk çêdibin. Pergaleke çalak a jeotermal jî derdora çiyê digire. Kazbeg volqanek bi potansiyelê çalak e ku ji trakît û bi lavên volkanîk hatiye dorpêçkirin û xwedan awayekê konek ducar e ku bingeha wê li bilindahiya 1.770 mêtre bilind e.[3]

Ji ber asêbûna quntarên wê, qadên qeşayiyên Kazbegê pir mezin nînin. Bi tevahî qada hevgirtî ya hemî cemedên Kazbeê 135 km² ye. Qeşaya herî naskirî Dyevdorak (Devdaraki) e ku li rûbera bakurê rojhilat diherike û dikeve newaleke bi heman navî û li bilindahiya 2295 mêtreyê cih digire.[4] Çend cihên qeşagirtiyên din ên Kazbegê Mna, Denkara, Gergeti, Abano û Çata ne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Global Volcanism Program | Kazbek". Smithsonian Institution | Global Volcanism Program (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 çiriya paşîn 2022.
  2. ^ "Kasbek". 1911 Encyclopædia Britannica. Volume 15. {{cite journal}}: Di |cild= de nivîsa zêde heye (alîkarî)
  3. ^ "Kasbek". 1911 Encyclopædia Britannica. Volume 15. {{cite journal}}: Di |cild= de nivîsa zêde heye (alîkarî)
  4. ^ "Kasbek". 1911 Encyclopædia Britannica. Volume 15. {{cite journal}}: Di |cild= de nivîsa zêde heye (alîkarî)