Here naverokê

Çiyayê Sîpanê

Sîpanê Xelatê
Bilindayî  4.058 m
Cih Elcewaz,Xelat, Milazgir, Panosa Bakurê Kurdistanê
Koordînat 38°55′00″Bk 42°49′00″Rh / 38.91667°Bk 42.81667°Rh / 38.91667; 42.81667
Sîpanê Xelatê li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Sîpanê Xelatê
Sîpanê Xelatê
Sîpanê Xelatê li ser nexşeya Bidlîs nîşan dide
Sîpanê Xelatê
Sîpanê Xelatê
Cure Stratovolkan
Çalakbûna dawî Holosen

Çiyayê Sîpanê yek ji stratovolkanên Bakurê Kurdistanê ye ku bi bilindahiya 4.058 mêtreyê piştî Çiyayê Agiriyê û Çiyayê Cîloyê sêyem çiyayê herî bilind ê Bakurê Kurdistanê ye.[1] Çiyayê Sîpanê li perava bakurê Gola Wanê bilind bûye û di çîroka mîtolojîk a Siyabend û Xecê derbas dibe ku li gorî mîtolojiyê her du evîndar li vî çiyayê jiyana xwe jidest dane. Ji ber çîroka Siyabend û Xecê Çiyayê Sîpanê di wêjeya kurdî de ciheke girîng girtiye.[1]

Çiyayê Sîpanê ji du bilindeyên bi navê bilindeya rojhilat û bilindeya rojava pêk hatiye ku ji hev bi navberek 1,5 km fireh ji hev cuda ne û di vê navberê de du golên piçûk hene. Bilindeya rojhilat ji aliyê rûberê ve pir mezintir e û ji "platformek fireh a qeşagirtî ya ji kevirên tazî yên li ser hev" pêk hatiye. Bilindahiya rojava ya biçûktir ji kevirên lavê pêk hatiye û navbereke teng her du bilindeyan bi hev ve girêdaye.

Çiyayê Sîpanê bakurê Gola Wanê û li ser xaçerêya navçeyên Elcewaz û Xelat a Bidlîsê, navçeya Panosê a Agiriyê û navçeya Milazgir a Mûşê bilind bûye. Kar û barên fermî yê Çiyayê Sîpanê ji aliyê rayedarên navçeya Elcewazê be tê kirin ku Ji bo rapelîna Çiyayê Sîpanê destûr ji aliyê rayedarên navçeya Elcewaz ve tê dayîn.

Çalakiyên volkanîk

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ser bilindeya konê stratovolkana sereke korteke mezin heye ku bi qasî kîlometreyekî berfireh e ku golên kraterî yên piçûk vedihewîne. Volkanîzm û her wiha qeşagirtin di serdema Kuaternarê de, di çêbûna jeolojîk a çiyê de roleke sereke lîstine. Qeşagirtinên li deverên jorîn a çiyayê û golên qeşagirtî yên piçûk li herêma bilindeyê hene. Bilindeyên rîolîtîk ku di encama çalakiyên volkanîk ên Sîpanê de pêş ketine, li seranserê Sîpanê têne dîtin. Li Çiyayê Sîpanê herî dawî di sala 8050yê p.z. de çalakiya volkanîkî pêk hatiye.[2]

Çiyayê Sîpanê piştî Çiyayê Agirîyê duyem çiyayê herî bilind ê li Bakurê Kurdistanê ye û stratovolkana herî demdirêja razayî ya Bakurê Kurdistanê ye.

  1. 1 2 "Çîyayê Sîpan (Sîpanê Xelatê)". ÇandName. Roja gihiştinê 18 hezîran 2026.
  2. "Global Volcanism Program | Süphan Dagi". Smithsonian Institution | Global Volcanism Program (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 kanûna pêşîn 2022.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]