Çortan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çortan an ji Şîrêj xwarinek ji şîr e. Çawa ku jê re Çortan tê gotin, li hin herêmên Kurdistanê jê re Keşk jî tê gotin. Çortan di nava Kurdan de xwarineke pir kevn e.

Du texlît çortan hene: Yek ji dewê kelandî, ya din ji dewê nekelandî çêdibe.

Dew bi kelandinê diquse, tilpa ku heye li parzûnik dixin, dibe wek mastekî tîr, piştre bi qederê mezinatiya hêka mirîşkê dikin girêk, ji girêkên Çortanî re "serî" tê gotin û li ber tavê hişk dikin. Piştî ku hişk bû, hiltînin û di zivistanê de dixin nava hin xwarina û dixwin.

Çortanê ku ji dewê nekelandî çêdibe, weha ye: Dew dixin kîs û dadileqînin. Ava tê de dipale û tilp dimîne, dibe wek mastekî qalind û weke yê kelandî dikin girê û li ber tavê hişk dibe.

Di demên ku qatix tune bê, xasma di zivistanê de, çortan di şûna mast û dew de tê bikaranîn. Lê bi piranî di mehîrê de, di taxûz û sîrmastikê de tê bikaranîn. Berî ku bête bikaranîn, çend serî çortan rojek berê dixin nava avê, da nerm bide. Piştre li hev dixin û dibe mîna dewekî qalind, yan jî hindik av dixin serê û dibe wek mast. Êdî kebaniya malê, çewa bivê wisa ji bo xwarinê amade dike.