Çoxreşî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çoxreşî (Romî: Erenler), gundekî qereçobana erziromê ye. Gund nave xwe ji malbata şêxan, mala şêxên çoxreşîyê girtîye, maneya xwe 'yên bi çekên/cilên reş' e. Ev malbat û eşîrek e mezin li Kurdistanê ye. Di listeya Îzady de ev weke 'chughrashani' (çuxraşanî) derbas dibe. Hevberiya wî navê bi Romî 'Qereçorlu' ye, ku ev jî navê eşîrek e kurdan und tatarên kawkasîyayê (azerî) ye. Dibe ku ew referanseke keşîştîyê be, tê gotin ku ev malbat bi esle xwe ermenî bûye. Niha malbat û eşîr bi vî navê him di hav kurdên sunî him jî yên elewî de hene. Heya qebîleke kurdên êzidî jî li Ermenîstanê bi navê çoxereşî heye (bnr. Zuqiriyan).