Émile Zola

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Émile Zola
Emile Zola 1902.jpg
Jidayikbûn
Émile Édouard Charles Antoine Zola Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

2 nîsan 1840 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
rue Saint-Joseph Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin29 îlon 1902 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Parîs Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêJehirîna karbon monoksîdê li ser wîkîdaneyê biguhêre(Qeza)
Cihê goristanêPanthéon, Montmartre Cemetery Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîFransa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Lycée Saint-Louis Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xebat
  • Les Rougon-Macquart
  • Thérèse Raquin
  • J’accuse…!
  • Nana Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bandorbar
  • Honoré de Balzac Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • serok (Société des gens de lettres, 1891–1894)
  • serokkomar (Société des gens de lettres, 1895–1896) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Alexandrine Zola (1870 – Nayê zanîn) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partner
  • Jeanne Rozerot (1888–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Jacques Rozerot
  • Denise Zola Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Francesco Zola Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Émilie Aubert Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xelat
  • Officer of the Legion of Honour Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zola signature.svg
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Émile Zola (jdb. 2ê nîsana 1840an, Parîs; m. 29ê îlona 1902an, Parîs) nivîskarê fransî yê xwedîbandor ku wekî yek ji giringtirîn mînakên nivîskarên ser bi dibistana sruştîgeriyê û wekî kesahiyekê berçav di bizava azadîxwaz a Fransayê da dihê naskirin. Wî di doza Alfred Dreyfusî de rolekê mezin leyist.

Jînenîgar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Emîl kurê endezyarekê Îtalyayî bi navê albert Zola (7ê tebaxa 1795ê - 27ê adara 1847ê) û jineka fransî bi navê Emilie Aubert ( 6ê Reşemeha 1819ê- 17ê çiriya pêşîn a 1880ê) ya ji herêma Beauce Bourguignionne a Fransayê bû. Émile Zola li Parisê hat dinyayê. Dema ew sê-salî bû, malbata wî çûn Aix-en-provence li başurê rojhilatê. Çar salan piştra, bavê wî li wir ji desttengiyeka aborî mir. Li sala 1858ê Emîl çû Parîsê û bû hevalekê nîgargerê navdarPaul Cézanne û li goreyê rêbaza romantîkgeriyê dest bi nivîsînê kir. Bi saya wî nîgargerî, Emîlî Monet, Sisley, Pissarro û Manet jî naskirin. Piştî ko Emîlî du salan li ser hev sinava liseyê neda, li sala 1859ê dev ji xwîndinê berda û ji bona ko êdî li diya xwe nebe bar ji xwe re li karekî geriya. Dayka wî dixwest ko ew bibit avokat, lê ew di xwîndina dibistanê da bi ser nekevt. Ew berî ko wekî nivîskarek bihêt naskirin li ser gemiyan wekî karker xebitî û li pişka froştine a weşanxaneyeka bi navê Hachette xebitî. Li sala 1858ê ew careka dî vegeriya Parisê.

Li sala 1862ê ew di pirtûkfiroşîyekê de xebitî, û li wê derê pirtûka xwe ya yekê çap kir. Bi vî rengî, ew kevt nav cîhana wêjeyê û hevaltiya kesayetiyên wekî Édouard Manet, Camille Pissarro kir û wî Edmond û Jules de Goncourt jî naskirin. Li sala 1870ê bi Alexandrine Mélayê re zewicî û li sala 1888ê Jeanne Rozero wekî metres girt û 2 zarokên wî jê bûn.

Wî nivîsarên siyasî ji bo rojnameyan dinivîsîn û bi eşkirayî dijîtiya Napoleonê Seyê dikir ko dixwest bi awayekê qanûnî li goreyê hîmqanûna Komara duyê a Fransayê bibit serkomar. Napoleonê seyê serkomarî tenê jibo wê dixwest da kûdetayekê li ser hukmetê bikit û bi ser kevt.