Êrîşa li ser dibistana Grazê 2025
| Êrîşa li ser dibistana Grazê | |
|---|---|
Ketina dibistanê | |
| Cih | Graz, Awistirya |
| Dîrok | 10ê hezîrana 2025an (09:55) |
| Hedef | Xwendekar û mamoste |
Cureyê êrîşê | Êrîşên çekdarî |
| Mirî | 11 (tevî êrîşkar) |
| Birîndar | 30 |
| Lêpirsîn | Bi dawî bûye |
| biguhêre | |
Êrîşa li ser dibistana Grazê êrîşeke bi guleyan e ku di 10ê hezîrana 2025an de saet li dora 09:55an li dijî xwendevanên lîseya Dreierschützengasseê li Graz, Awistiryayê pêk hatiye.
Pêşveçûna êrîşê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dana sibê saet di 09:43an de êrîşkar dikeve nav dibistana BORG Dreierschützengasse, Bundesoberstufenrealgymnasium ("dibistaneke amadeyî") ku li ser kolana Dreierschützengasse ku li navçeya Grazê ye. Di wê demê de di navbera 350 û 400 kes di hundurê avahiyê de bûn ku ezmûnên devkî yên ji bo Matura (dîploma lîseyê) lê dihatin lidarxistin.
Êrîşkar li qata sêyem dikeve avdestxaneyê li wir demaçe û tifinga ku di çenteyê de derbasê dibistanê kiribû hildigire û xwe ji bo êrîşê amade kiribû. Guleyên yekem di saet 9:57an de li dersxaneyeke pola pêncan a li qata duyem hatine teqandin. Piştre êrîşkar vegeriya qata sêyem li wir li dersxaneyeke pola heftan de gule dibarîne. Saet di 10:07an de, ew vegeriya avdestxaneya dibistanê li heman qatê û li wir xwe dikuje. Êrîş bi temamî heft deqeyan dom dike ku bi tevahî nêzîkî 40 gule hatine avêtin.
Xizmetên acîl di nav şeş deqeyan de piştî bangê saet di 10:06an de digihîje cihê bûyerê. Bi tevahî 300 personel ku di nav wan de yekîneyên birêkûpêk, hêza taktîkî Einsatzkommando Cobra û 160 paramedîk û agirkuj hebûn gihîştine cihê bûyerê. Hemû mirî (tevî êrîşkar) saet di 10:13an de hatin dîtin. Avahiya dibistanê di nav 17 deqeyan de piştî gihîştina bersivdayînên yekem hate valakirin û hate ragihandin ku rewş di saet 10:28an de di bin kontrolê de ye. Ji bo nexweşxaneyên nêzîk hişyariya karesatê hate dayîn.
Qurbanên li êrîşê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gorî Wezareta Hundirkariyê ya a Awistiryayê, çend mirin çêbûne û medyaya herêmî yên wekê Kronen Zeitung û ORF di destpêkê de tevî êrîşkar herî kêm 10 mirin ragihandin. Şaredara Grazê Elke Kahr piştrast kir ku êrîşkar di nav miriyan de ye. Kesek li derveyî avahiya dibistanê hatibû kuştin. Di nav miriyan de neh xwendekar û mamosteyeke hebû (ku paşê li nexweşxaneyekê mir). Wezîrê Hundirkariyê Gerhard Karner di civîneke çapemeniyê de got ku heft ji qurbanan jin bûn (tevî mamosteyê ku hatibû kuştin) û sê jî lawik bûn. Neh xwendekarên mirî di navbera 14 û 18 salî de bûn.
Raportên medyayê yên roja gulebaranê behsa herî kêm diwanzdeh birîndaran kirine ku "hinek ji wan bi giranî birîndar bûn".[çavkanî hewce ye] Bi tevahî 30 kes li nexweşxaneyên li derdora Grazê hatin dermankirin ku ji wan 12 birîndarên guleyan hebûn. Pênc kes wekê di rewşek krîtîk de hatin wesifandin ku di heman demê de du ji birîndaran di rewşek metirsîdar a jiyanê de bûn. Mamosteyeke 59 salî heşt demjimêr şûnda li Klînîka Zanîngeha Grazê miriye. Roja din, birîndarên mayî, yên di navbera 15 û 27 salî de, hemî di rewşek stabîl de bûn.
Neh ji qurbanên mirî hemwelatiyên awistirî bûn, yek ji wan xwedî hemwelatîbûna fransî û awistirî (konsepta hemwelatiya dualî) û yek jî welatiyê polonî bû. Du ji qurbanên mirî û yek birîndar bi eslê xwe bosnakî bûn û xwendekareke kuştî bi eslê xwe ji Kosovayê bû. Du ji birîndaran hemwelatiyên Romanyayê bûn û yê sêyem jî hemwelatiya îranî bû.
Sûcdarê êrîşê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sûcdar wekî Artur A. hatiye naskirin ku hemwelatiyê Awistiryayê û di temenê 21 salî ku ji gundê Kalsdorf bei Graz bû. Sûcdar berê li vê dibistanê dixwend. Ew neçar ma pola şeşan dubare bike û di 2022an de bêyî ku mezûn bibe dev ji dibistanê berda. Beşek ji gulebaranê li pola wî ya berê qewimî. Dayika wî hemwelatiya Awistiryayê e û bavê wî ji Ermenistanê ye. Piştî ku wekî "nexweşê derûnî" hat dîtin, bêkar dimîne û ji xizmeta Hêzên Çekdar ên Awistiryayî hatibû redkirin. Di dema gulebaranê de ew bi dayika xwe re di apartmanekê de dijiya.[çavkanî hewce ye]