Êzîdiyên Basî
Êzidiyên Basî ku ji mala Mîrza Beg in, di dîrokê de roleke gelek giring leyîstinê, lê kêm êzidî wan dinasin, wek hemû bavêkê mala Mîrza Beg navê gundê wan li wan kirin û gotin êzdiyên basî, li di rastiyê de ji mala Elî Temin ku Tem kurê Mîrza Bege û birêyê Zoro ye.[çavkanî hewce ye]
Mîrza Beg di navbera salên 1640 û 1720î de serdariya welatê Xaltiyan kiriye. Ji pey wî jî Temê kurê wî bi heman peywirê rabûye.
Dema siwarê Barîn, bavê Elî, Temê Mîrza Beg, di sala 1800î de koça dawî dike, Pey bavê xwe serdema Elî Tem dest pê dike, li ser daxwaza mîrê Botan û bi daxwaza mala Mîrza Beg Alî Tem dice Cizîra Botan û wek berpirsiyarê Welatê Xaltan tê naskirin, kurê wî Qaso, Hamid û Mûsa serleşker bûn, dema diwan digeriya ji çêl mîrekê Botan yek jê Elî Tem bû.
Qaso gundê Firêziyê ava dike ku gundê Firêziyê bi Cizîrê ve girêdayî ye û şûnde tê Basa ava dike Basa, girêdayê qeza Dihê (Erûhê) ji çiyayên Keverê heta ava Mîrgeha Botanê, ji ber ku bavê Qaso Elî Mîr bû li herêma Botan ji êzidiyan basa re digotin Mala Mîra an ji Mala Mîro.[çavkanî hewce ye]
Bavêkê Mala Mîra
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Siloyê Simo
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Silo (jdb. 28 sibat 1935, li Basa Êzidî Bota - m. 22 sibat 2015, li Almanyayê)
Simoyê Silo
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Simoyê Silo (jdb. 1 tîrmeh 1884, li Basa Êzdî Bota - m. 30 kanûna pêşîn 1945, li welatê Xalta, gundê Qorixê) === Siloyê Qaso === Siloyê Qaso (jdb. 1855?, li Basa Êzdî Bota - m. 14 gulan 1916 li Silopiya di fermana basa de.
Qasoyê Elî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Qasoyê Elî (jdb. 1840? li Cizîra Botan - m. 1900? li welatê Xalta)
Eliyê Tem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Eliyê Tem an jî Eliyê Temo (jdb. 1790? li Xaltan niqîba - m. 1860? li Cizîrê)
Temê Mîrza
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Temê kurê Mîrza Beg (jdb. 1710? li welatê Xaltan niqîba - m. 1800? li ziyareta şêxevinda)
Mîrza Beg
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mîrza Beg, serdarê welatê Xaltan (jdb. 1640? li Serhedê - m. 1720? li Xaltan niqîba)[çavkanî hewce ye]