Îşareta analog

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Îşareta analog (bi înglîzî analog signal) îşareteka berguhêr e ko ji aliyê demê û mezinahiyê ve berdewam e. Bervajî vê, di îşareta tivilman da biçûktirîn guhartin guhartineka ramandar e. Behsa anaolgiyê piranî di karevayê da dihat kirin, lê sîstemên mîkanîkî, avikanî (haydrolîk) û bayanî (pneumatik) jî dikarin îşaretên analog vebiguhêzin.

Hemî pêzanîn (informasiyon) bi îşaretên analog dihên şandin. Jibo vê, her îşaretek bersiveka pîvayî beranberî guhartina di diyarokeka fîzîkî da ye, jibo mînak, deng, ruhnî, germahî, pest an pêgehî da ye û ev bi rêya transducer anko terabersivînekê pêkdihêt.

Jibo mînak, di tomarkirineka analog ya dengî da, guhartina pesta dengî di mîkrofon anko guhokekê da dibit sedema guhartina mezinahî ya voltînî ya sirêma karevayê ko ji guhokê derbaz dibit. Zêdebûna mezinahî ya dengî dibit sedema guhartina voltînî ya karevayê bê guhartina nizim anko rîtma wê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]