Îşkence

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Alavên dîrokî yên îşkenceyê
Grafîtiyeke li dijî îşkenceyê, li welatê Baskî (Spanya). Tortura tê wateya îşkence.

Îşkence yan jî êşkence, rêbaza azarkirina bi lêdan e.[1]

Ji bo berjewendiyên ferdî, olî, komî û dûgelî mirov êş û azarê dide mirov. Di dîroka mirovahiyê de herdem îşkence hebûye. Mirovahiyê wekî gelek şermên xwe hêj dawî li îşkenceyê jî neaniye. Îşkence, pêkutî, têkiliya nemirovane hwd her dem bûye alaveke desthilatdariya dûgelan.

Psîkoanalîst Sigmund Freud, kesê ku li qurbanê xwe îşkence dike wekî nexweşekê dinirxîne û dibêje "îşkencekar her lêdanekê li rûhê xwe dixe". Ferd, ol, kom û dûgel çiqas neheq û zalim be, îşkence jî ewqas neheq û zalim dibe. Tenê di sedsala 20an de bi milyonan mirov ji aliyê dûgelan ve îşkence dîtine û jiyana xwe ji dest dane. Mixabin zagona daristanê hêj berdewam e. Kê xurt be li yê din zilmê dike û ne ew lê qurbanê wê neheq tê dîtin.

Îşkence jî wekî pêşketinên mirovan, di her warî de pêşketiye. Bi hezaran salan berê zaliman bi teknîkên prîmîtîv îşkence li qurbaniyên xwe dikirin. Di sedsala têr xwîn a 20em de elektrîk, dînkirin, dermanên psîkotrop û trankîlîzan, xurifandina kesayetiyê, dardakirina Filistînî, bêxewhiştin, tevgerguhastin hwd cure bi cure teknîkên nû afirandine.

Îşkence wekî çekekî li dijî kurdan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bêguman, yek ji neteweyên mezin ê bêdewlet kurdan ji îşkenceyê pirtirîn para xwe girtine. Gelek caran tûşî êrîşên barbaran hatine, di hefteyekê de zimanên 25.000 kurdî hatiye jêkirin[çavkanî hewce ye], di zîndanên dagirkeran de hovîtiyên nedîtî jiyane. Osmanîyan, Îran, rejîma Bees a Iraqê, rejîma Bees a Sûrî û Komara Tirkiyê îşkence wekî çekekî li dijî neteweya kurdan bi kar anîne û tînin.

Bi sedan stranên kurdan behsa îşkenceyan dike. Li ser komkujiyên wan, li ser Zîndana Amedê hwd bi hezaran stran hene.

Kampanyayên li dijî îşkenceyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]


Herwekî binêrin[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. Umîd Demîrhan (2007). Ferhenga Destî kurdî bi kurdî. Sewad 1428, Bazîd.