Îbrahîm Ehmed
Îbrahîm Ehmed | |
|---|---|
| Jidayikbûn | 1914 |
| Mirin | 8 nîsan 2000 London |
| Hevwelatî | Kurdistan |
| Perwerde | |
| Pîşe | |
| Xebat | |
| Partiya Siyasî | |
| Zarok | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Îbrahîm Ehmed[1] (bi tîpguherîna îngilîzî ji alfabeya erebî: Ibrahim Ahmad, jdb. 6 adar[çavkanî hewce ye] 1914an[2], li Silêmaniyê - m. 8ê nîsana 2000î li London, Brîtanya[2], siyasetvan û nivîskarekî kurd bû. Ew pêşî di PDKê de bû lê paşî bû yek ji damezrînerên YNKê.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 1937an de zanîngeha Bexdayê, beşa hiqûqê qedandiye û di heman salê de dest bi karê parêzgeriyê kiriye. Piştî pênc salan li Kerkûkê bû dadger. Îbrahîm Ehmed û nivîskarê kurd Alaedîn Succadî bi dirêjiya 16 salan kovara Gelawêj derdixin.[2]
Ji 1958an û pê ve sê salan mîna nûnerê fermî yê PDKê xebatên siyasî didomîne û di heman demê de sernivîskariya rojnameya Xebat dike. Di 1975an de ew koçî Londonê dike.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Îbrahîm Ehmedî yekem romana bi zaravayê soranî nivîsî û navê wê romanê Janî Gel e. Romana wî ya bi navê Jana Gel ji alî Elîşêr ve[çavkanî hewce ye] hatiye wergerandin kurmancî.[2]
Mirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Îbrahîm Ehmed di 8ê nîsana 2000î de li Londonê wexer kir. Ew zewicî bû û bavê şeş zarokan bû.[2]
Keça Îbrahîm Ehmedî, Hêro Xanim jina serokkomarê şeşem ê Iraqê û sekreterê giştî yê YNKê Celal Talabanî ye.[3]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Mehmed Uzun (1995). Antolojiya edebiyata kurdî, 1. Tümzamanlaryayıncılık, Stembol. r. 329-341
- ^ a b c d e Mahmud Onder (2000). Rewşenbîr û siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ehmed çû ber dilovaniya xwedê. Azadiya Welat, 220:2000, r. 7.
- ^ (inglîzî) Iraqi first lady survives bombing
| Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
| Ev gotara ji bo siyasetmedarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |