Îbrahîm Yûnisî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Îbrahîm Yûnisî
Jidayikbûn1926
Mirin8ê sibata 2012an
Tehran, Îran
EsilKurd
HevwelatîÎran
PîşeNivîskar, wergêr
biguhêreBelge

Îbrahîm Yûnisî wergêr û nivîskarekî kurd bû. Ew di sala 1917[1]/1925[2]/1926[3]'an de li Baneyê (Rojhilatê Kurdistanê) ji dayika xwe bûye. Wî doktoraya aboriyê di Zanîngeha Sorbona ya Parîsê de xwendiye. Ji ber çalakiyên siyasî di sala 1954an de tê girtin û 8 sal ceza lê tê birrîn. Ew di zindanê de hînî zimanên Îngilîsî û Fransî dibe.

Nivîskarê navdar bi dehan berhem nivîsandine û xwedî 60 berhemên wergerê ye, bi taybetî, ji înglîzî û fransî bo farisî.

Îbrahîm Yûnisî yê ku 86[4] salî bû, di 8'ê reşemiya 2012an de li Tehranê koça dawî kir û di roja 10'ê reşemiyê de jî termê wî li goristana Silêman Begê ya Baneyê spartin axê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ PNA, 12.02.2012
  2. ^ Diyarname.com, 09.02.2012
  3. ^ aknews.com, 10.02.2012
  4. ^ pukmedia.com, 11.02.2012

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]