Îdrîsê Bidlîsî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Îdrîsê Bidlîsî
boyaxkirin ji Îdrîsê Bidlîsî
Jidayikbûn1452-57
Bidlîs
Mirin1520
PîşeDîroknas, Siyasetmedar
Zimanê nivîsinêKurdî, erebî û farisî
NeteweKurd (kurdê osmanî)
HevwelatîÎmperatoriya Osmanî
Berhemên navdar
  • Heşt Behişt
  • Selimname
  • Risâle-i Hazâniyye
  • Münâzara-i Savm u İyd
  • Mecmuât-ül-Fevâid-il Müteferrika
biguhêreBelge

Mela Îdrîsê Bidlîsî[1] (jdb. 1452-57− m. 1520), mirovekî ramyarî û zana yî di dîroka Kurdistanê de ku bi eslê xwe kurd bû.[2]

Bi kiri nekê xwe re serdemeka nazin ya dîroka Kurdistanê daye vedîtin. Bi Yawiz Selim ku siltanê Osmanî bû peymaneka stratejîkî çê kir. Li gorî wê peymanê, ew wê Kurdistanê hemû di bin govantiya wî de gihişta hevdû û wê osmanî jî li Anatoliyayê serdest bû ba. Lê wê piştgirî dababan hevdû. Bi wê rê çûn şerê Çaldêranê ê bi dewleta sefewî re. Di şer de bi serketin û li gorî lev kirina ew lev kirin pêşket. Lê piştre, piştî mirina Mela Îdrîsî Bidlîsî, Di dema Siltan Silêmanê Qanûnî de, qanûnî bi fermanekê ew peyman ji holê rakir. Xwest ku hemû bi wî ve girêdayî bimêne. Di derbarê Mela Îdrîsî Bidlîsî de, ji ber wê lev kirina wî ya bi osmaniyan rê, heta roja me jî, kurd Îdrîsê Bidlîsî rexne dikin û dibêjin ku wî xiyanet li kurdan kir bi wê lev kirinê rê. [çavkanî hewce ye] Ji ber ku encamên wê lev kirinê, piştre ji kurdan re, her timî raperîn, serhildan û xwîn hanî. Piştre, di her demê de şer bi kurdan rê hat kirin.

Kêla Îdrîsê Bidlîsî li Eyüpê

Jiyangerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mela Îdrisê Bidlîsî, mirovekî bizane bû ye. Heta roja me, ku mana, li ser 28 pirtûk û ango berhemên wî rê hene. Mela Îdrîsê Bidlîsî, li dijî sefewiyan di şerê Çaldêranê (pevçûna Çaldêranê) rê bi osmaniyan rê bû yek. Li aliyê sefewiyan ku weke şahê sefewî Şah Îsmaîl hebû. Şah îsmaîl bixwe jî, bi eslê xwe Kurd bû ye. Malbata Îsmaîl, malbata şêx bû ye û temenê terîqeta îsmaîliyan '2 wan avêtiye. Ev tarîqat, bi navê "tarîqata Sefewî" jî tê nasîn.

Piştî şerê Çaldêranê, li herêmê wê li dijî Kurdên Elewî jî wê gelek komkujî pêk werin. Heta ku Anatoliya rêwîtiyên mezin li aliyê siltanên osmaniyan ve li dijî wan dihên pêk hanîn. Siltanê osmaniî, piştre dibêjin ku emê Anatoliya ji sersoran paqij bikin [çavkanî hewce ye]. Piştre bi vê armancê wê gelek rêwîtî li gelek herêmên Anatoliyayê li dijî Elewî û Sersoran wê werin kirin. Di ancame wan de serhildana Şêx Bedredîn pêk tê. Piştre jî, ji ber ku rêwîtî li dijî wan pêk tê, wê êdî pêvajoya serhildanên celaliyan jî dest pê bikin. Ev hemû serhildan jî, bi armanca xwe parastina ji wan rêwîtiyên osmaniyan in. Heta roja me jî, bandora wan rêwîtiyan li ser Kurdên Elewî û Elewiyên ne Kurd heye. Lê Di dema komarê û ava bû na wê de, rayadarên Tirk, ji bo ku wan bertekan ji ser xwe bidina avêtin. Bi navê Îdrîsê Bidlîsî berhemek derxistin li holê bi navê Selimname ku tê de dibêje ku di şer li dijî sersoran de di naqabîna 40 û 70 hezarî de hatina bikûj kirin. [çavkanî hewce ye] Lê di dema xwe de Mela Îdrîsê Bidlîsî, berî hingî ti berhemên wî ên bi vî rengî tûna bûn. Piştre hat fêhm kirin ku wê bi navê Îdrîsê Bidlîsî weke berhemekê ev newê herê kirin, piştre ziman hat guharandin û hat gotin ku ev nameyek bû ku bi wî hatiya dayîn nivîsandin. [çavkanî hewce ye] Armanca vê ew bû ku wê gotina siltanî Osmanî a bi navê paqij kirina sersoran ji Anatoliyayê [çavkanî hewce ye], ne bi navê siltanê osmanî lê bi navê Îdrîsê Bidlîsî were fêhm kirin. Ew dijberiya ku li dijî Mela Îdrîsê Bidlîsî jî ku di nava Kurdan de afirî bû, dewletê xwestî bû ku bi vî rengî ji wê jî sûd bigrê û wê bide gotin. Lê di rastiyê de, ti gotinên Mela Îdrîsê Bidlîsî ên bi vî rengî tpna bûn. Ji ber ku aliyê Şah Îsmaîl ku di şerê Çaldêranê de têkçû bû şîa bûn, ji vê rewşê jî hewl hatî bû dayîn ku bi vî rengî sûd vergirin û bi kar bênin.

Mela Îdrîsê Bidlîsî, li Kurdistanê, weke şahê Kurdistanê bû ye[çavkanî hewce ye]. Dergeha wî hebûye, weke ku çawa ku dergeha Şah îsmaîl hebûye. Piştî Selahedînê Eyûbî rê wî xwestiya ku bi heman rengî mezin bibe û bibe serok li Kurdistanê û li herêmê[çavkanî hewce ye]. Li herêmê, piraniya êl û eşîrên Kurdan û herêmên kurdan girêdane xwe bi Mela Îdrîsê Bidlîsî rê dane nîşandin[çavkanî hewce ye]. Bi vî rengî, ew weka şahekî Kurdistanê mezin bû ye[çavkanî hewce ye]. Hin gotinên ku di derbarê wî de tên gotin ku ew kar û barekî Osmaniyan bû [çavkanî hewce ye] jî, di vê temenê de di dema ku mirov rastiya wî fÊhm dike, mirov fÊhm dike ku ne rast e. Lê piştî wê lev kirina bi osmaniyan rÊ ku ancame wê pir xirab ji bo Kurdan derketina li holê, êdî Kurdan ew weke berpirsiyarê wê rewşê û yê ku xiyanet li Kurdan kirî [çavkanî hewce ye] hanî li ser ziman. Ev gotin jî, ji ber wê êşa Kurdan ya ji pêvajoyên piştre ên bixwîn ji dilê wan hatî bû gotin. Kurdan, bi vê yekê ev gotin ji dilê di ancame wan êşên xwe yên ku jîn kir de got ji bo wî.

Piştî şerê Çaldêranê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî şerê Çaldêranê ku bi dawî bû, wê êdî peymana Qesra Şîrîn wê were mohr kirin. Di wê demê de, herêmên Kurdistanê ên weke rojhilat wê û piraniya başûrê wê li aliyê sefewiyan ma. Lê Îdrîsê Bidlîsî di wê demê de, ev yek he zm nekir û piştî ku peyman mohrbû û dît ku ev herêma Kurdan li derve ma. Wî hêzeka mezin di cîh de şanda Mûsilê û li wir bi cîh kir û ew der di bin destê xwe de girt. Îdrîsê Bidlîsî, piştî şerê Çaldêranê, bi osmaniyan rê ku tê gotin ku li Amasya ya, bi Yavuz Selim rê peymanekê mohr dike. Li gorî wê, wê li Kurdistanê, mîrgeh û herêmên wê di destê Kurdan de bîn û Kurd wê xwe bi rê ve bibin. Wê parastina herêmên xwe jî bikin. Lê wê herdû alî, di rewşên giran de, alîkarî bidina hev dû.

Pêvajoya ku temenê şerê Çaldêranê diafirêne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî ku dem were dem û roja şerê Çaldêranê, wê şahên sefewî wê hêrîşên wan li herêmên Kurdan bibin. Bi taybetî, herî zêde, şahê sefewî ê ku bi hêrîşên xwe yên li herêmên Kurdan navê wî derdikeve Mohammed Xudabendî bû ye[çavkanî hewce ye]. Li herêmên Kurdan ên weke Şîrwanê, wê artêşa xwe bişêne bi li ser wir de û wê bi hezaran Kurdan tenê rojekê de li wir di şûr de derbas bike. Ev jî, wê bike ku Kurd di nava xwe de li dijî desthilatdariya sefewiya bikevina nava înfîalê de. Bertekên pir mezin ji mîr û mîrgehên kurdan ên din derdikevin. Di wê demê de, mîrgeha kurd ya Kirmaşanê ku di wê demê de ev herêm bi navê kirma jî tê gotin[çavkanî hewce ye] ku di hat bi nav kirin, wê serbixwe bû na xwe denezêne. Hingî wê dewleta sefewî, bike ku wî ji holê rê bike. Lê nikarê. Heta ku dem tê dema Şah Îsmaîl, wê ew bertek pir zêde bibin. Hingî, wê êdî Şah Îsmaîl, wê hemû mîrên kurdan weke serekên kurdan dewletî qesra xwe bike û ji wan bixwezê ku li cem wî bin[çavkanî hewce ye]. Lê ji ber wan kirinên ku li dijî wan bû na. Piştre, Şah Îsmaîl, nehêle ku ew ji qesre derkevin, heta ku ne bêjin emê li cem te bin û bi wê sûnd nexwîn. Ev jî, di dema ku nava gelê de tê bihîstin, tê gotin ku Şah îsmaîl, serokên kurdan, di qesrê de dîl girtine."[çavkanî hewce ye] Piştre, serekên kurdan bi hêza xwe, êdî xwe ji wir xilas dikin. Piştre ku şer dibe, wê serokên kurdan li cem Şah îsmaîl cih negir3in. Ev jî, wê bike di şerê Çaldêranê de dewleta sefewî têk herê.

Piştî şerê Çaldêranê dawiya Şah Îsmaîl[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dawî şah îsmaîl, wê piştî şerê Çaldêranê, wê bikeve rewşeka pir xirab de. Piştî şer, wê herê û xwe ji holê dûr bike. Lê malbeta wî, wê ji desthilatdariyê were dûr kirin. Malbata Şah Îsmaîl bi eslê xwe malbatek kurd bû ne. Kalkê Şah Îsmaîl, Sefiyedînê Erdebîlî ye[3][4]. Sefiyedînê Erdebîlî jî bi eslê xwe kurd e[3][4].

Piştî Mela Îdrîsê Bidlîsî rewşa Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî Îdrîsê Bedlîsî, rewşa Kurdistanê sal bi sal xirabtir dibê. Di dema Îdrîsê Bidlîsî de osmaniyan wêre ne dikir ku bertekên xirab li dijî wî û kurdan bidina nîşandin. Ji ber ku hêz û bandora Îdrîsê Bidlîsî pir mezin bû. Ji ber vê jî, ti kesekî ne dixwest ku wî hêzê û wî hildina hemberê xwe. Piştî Îdrîsê Bidlîsî mir, êdî piştre qanûnî Siltan Silêman, wê fermanekê bi weşenê û wê bixwezê ku herkesek xwezayî wî bibe. Bi navê Îslamiyetê wê vê bike. Lê kurd, ji vê rê nebêjin herê. Wê piştre, ew jî rêwîtiya xwe ya herî mezin di dema xwe de wê li herême Kurdistanê li ser serê kurdan li dar bixe û gelek herêmên ku dijî wî bû na, wê bikev kavil. Piştre, êdî dem bi dem vê ev rewş berdewam bike li Kurdistanê li ser serê kurdan.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îdrîsî Bidlîsî, yên di roja me de tên zanîn, ser 28 berheman re ya. Lê gelek berhemên wî, li gorî rewşa ramyarî ya roja me ku bibina temenê politikayên dewletê ên roja me, weke ku çawa ku di berhemên Seîdê Nûrsî de guharandin bû ya, di yên wî de bû ya. Her wisa, gotinên weke ku di temenê dijberiya Elewiyan de, piştre di pirtûkên wî de hatina bi cih kirin. Minaq gotinaka ku di pirtûkên wî de bi cih kirina ew a ku tê gotin ku wî gotiya emê sersoran ji anatoliya paqij bikin ...[5]. Lê ev gotinên siltanên osmanî ne ku wan di demên xwe de gotîya. Îdrîsê Beidlîsî, ne li Anatoliya, herî zêde li Kurdistanê meya û bi kurdistanê rê têkildar bû ya..[5]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Dr. Elî Teter Nêrweyî (2010). Mela Îdrîsê Bidlîsî û rêkeftina kurd û osmanî. Di pirtûka wî ya bi navê Kurd û mêjû (çend vekolînek derûdore mêjûya nû û hevçerx a kurd û Kurdistan) de, Spîrêz, Dihok.
  2. ^ http://www.biyografi.net/kisiayrinti.asp?kisiid=3544
  3. ^ a b Richard Tapper, Frontier nomads of Iran: a political and social history of the Shahsevan, Cambridge University Press, 1997, ISBN 978-0-521-58336-7, p. 39.
  4. ^ a b EBN BAZZAZ Encyclopedia Iranica
  5. ^ a b "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 9 nîsan 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 nîsan 2013.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)