Îfîklês

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Îfîklês
Ἰφικλῆς, Iphikles
Îfîklês û Hêraklês
ZayendNêr
Agahiyên kesane
Dê û bav
Xwişk û bira
Hevjîn
  • Automedûsa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Iolaos Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XanedanAutomedûsa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Îfîklês (yewnaniya kevn: Ἰφικλῆς, Iphikles), ku jê re Îfîklos jî tê gotin, di mîtolojiya yewnanî de nîvbirayê Hêraklês e. Yek ji nêçîrvanên berazên Kalydonî bû.[1]

Binemal[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îfîklês kurê Alkmênê û mêrê Alkmênêyê Amfîtrionê bû, lê Hêraklês kurê Alkmeneyê ya ji Zeus ê bû. Xwişkek wî jî hebû bi navê Laonome. Du keçên wê ji keça Kreon ê Pîrrayê çêbû.[2][3]

Mîtolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şeva Hêraklês, marên ku ji aliyê Hêra ve hatibûn şandin xeniqandin, wê şevê Îfîklês tirsiya.[4] Îfîklês, wek birayê xwe yê navdar, li cem zilamek bihêz de mezin bû, lê ji hêla hêzê ve nikaribû bi Hêraklês re wekhev bibe. Dema ku Hêraklês ji aliyê Hera ve hate dîn kirin, du zarokên Îfîklês û Pîrrayê avêt nav agir û di encamê de her du zarok jî mir.

Lê dîsa jî, Îfîklês bi Hêraklês re çû seferek cezakirinê li dijî Troyayê. Sebeba cezakirinê: Key Laomedon soz dabû mehînan bide Hêraklês lê nedida. Gava ku gihîştin Troyayê, Îfîklês û Telamon bi fermana Hêraklês ve, çun bajar ji bo mehînan bistînin, lê ew her du ji aliyê Laomedon ve hatin avêtin zîndanê. Lê Prîamosê kurê keyê, biryara bavê xwe razî nebû, du şûr ji her du leheng re şand û planên li dijî Hêraklêsê eşkere kir. Gava ku Îfîklês û Telamon ev bihîstin, nobedarên xwe bi şûran kuştin û ji bo ku planên Laomedon eşkere bikin, vegeriyan ba Hêraklês. Paşê Hêraklês û zilamên xwe hatin ba key û di dawiyê de keyê kuştin.

Dema ku Hêraklês danzdeh peywirên xwe qedandin, Key Eurystheus ew bi kuştina wî ji ser text tawanbar kir û ferman da ku Hêraklês bi Alkmênê û Îfîkles re ji bajarê Tîrînsê derkevin. Îfîklês ji bo cezakirina Hippocoona Spartayî Hêraklês re beşdarî seferek bû û hev ra hatin Arkadyayê. Di şer de, Îfîklês hat kuştin û Hêraklês ji ber mirina birayê xwe bêzar bû û bi dilxwazî çû sirgûnê bajarekî din.[5]

Li gor hîn çavkaniyên din de, Îfîkles di şerê yekem a Hêraklês de li dijî Eleans û Augeas şer kir, û ji aliyê Molionidesa Elîsî ve hate birîndar kirin. Di rewşek bêhiş de, Îfîkles ji hêla xizmên xwe ve hate birin Pheneus ê, mala dapîra wî Laonomeyê. Li wir ji hêla hemşîreya Pheneusê Buphagus û jina wî Promne ve hate xwedî kirin. Dema ku ew ji ber birîna xwe mir û bi lehengiyekê hate binavkirin.[6]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Apollodorus, 1.8.2
  2. ^ Pyrrha was unnamed in Apollodorus, 2.4.11 but was only hinted as the younger daughter of Creon
  3. ^ Unknown writer, Megara 41-55
  4. ^ Apollodorus, 2.4.8
  5. ^ Apollodorus, 2.7.3
  6. ^ Pausanias, 8.14.9